Çar mamostayên olî yên ji bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê, yên binavên Şerîf Mehmûdpûr, Seyîd Silêman Ehmedî, Seyîd Cemal Wajî û Yûnis Newxa, sala borî ji aliyê dadgeha taybet ya mamostayên olî ve bi 10 sal cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin. Ev her çar mamostayên olî par ji ber têkiliya wan a bi şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ re hatibûn girtin.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê mamostayê olî Şerîf Mehmûdpûr û Seyîd Cemal Wejî melayên mizgefta gundê Peswê ya bajarê Pîranşarê, her du mela bi 2 sal cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin. Herwiha mamosteyê olî Seyîd Silêman Ehmedî û Yûnis Newxa mamostayê Mekteba Zanistên Olî ya Selahedîn Eyûbî li Pîranşarê jî bi 3 sal cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin. Mamosteyên olî bi îdiayên ji bo piştgirîkirina şoreşa jinan ya Jin Jiyan Azadî, îmzakirina beyannameya mamostayên Kurdistanê ya ji bo piştgiriya şoreşa jinan û herwiha tevlîbûna xwepêşandanên girseyî, ‘hewldana têkbirina ewlehiya netewî’ û ‘hewldana xapandina raya giştî’ ji aliyê dadgeha taybet ya mamostayên olî ya Ûrmiyeyê ve cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.
NAVENDA NÛÇEYAN