10 komên berxwedêr ji bo şanoyê 

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 30 Mijdar 2022 - 03:47

MAHMUT ALTINTAŞ/MA/AMED

 

Şanoya Bajêr a Amedê, piştî ku qeyûman li bajarên Bakurê Kurdistanê şano û akademiyên hunerê ên Kurdî girtin, di Sibata 2017’an de ava bû û ji wê rojê heta niha bi bernameyên cûr bi cûr li ser dikê ye. Şanoya Bajêr a Amedê niha jî amadehiyên bernameyên meha Kanûnê dike. Bernameya meha Kanûnê ya şanoyê dê di navbera 2-24’ê Kanûnê de li avahiya Şanoya Bajêr a Amedê bê lidarxistin. 

Şanoger Yavûz Akkûzû xebatên Şanoya Bajêr a Amedê û rewşa şanoya Kurdî ya niha nirxand. Şanoger Yavûz Akkûzû da zanîn ku li Amed, Wan, Êlih û Stenbolê 10 komên şanoyê hene: "Ev 10 komên şanoyê di vê pêvajoya şer û qedexeyên li ser zimanê Kurdî de berxwedaneke mezin in. Heke ev zext û zilm li kê bûbana, niha li holê nediman, lê ya Kurdan li dijî qedexekirinan nerazîbûn e û dixwazin tiştekî ava bikin."

 

Hewldana ji bo berxwedana şanoyê 

Akkûzû, der barê rewşa şanoya Kurdî ya niha de got, li Bakurê Kurdistanê, Amed, Wan, Êlih û li Stenbolê 10 komên şanoyê hene: “Li gorî min ev hişmendiya polîtîk wan 10 komên şanoyê li ser lingan dihêle. Ji ber wê jî gelek bi mane ye. Mixabin em şanoya li Rojavayê tenê li ser medyaya dîjîtal dikarin bişopînin, ne ew dikarin werin ne jî em dikarin biçin. Li Başûr jî 2 festîvalên mezin tên li darxistin; yek li Kerkûkê tê li darxistin ya din jî li Hewlerê tê li darxistin. Ya Hewlerê navneteweyî ye, ji ber wê em nikarin wekî şanoya Kurdî pênase bikin, lê ya Kerkûkê şanoya Kurdî ye. Li Rojhilat jî li Seqizê festîvalên Şanoyê tên lidarxistin îsal jî festîvalek li dar xistin. Ew ji bo şanoya Kurdî festîvaleke gelek mezin e. Li Bakur, li Amedê em wekî Şanoya Bajêr a Amedê festîvalan li dar dixin. Her sal em festîvalên şanoyê li dar dixin. Îsal jî me ya 8’an li dar xist. Di wan festîvalan de 13 lîstikên Kurdî me gihandin hev. Ji Rojhilat, Başûr û Stenbolê komên Kurdî hatin. Ew festîval hem koman digihîne hev, hem jî têkiliyan çêdike. Yanî ev ji bo şanoya kurdî serbilindîyek e.”

 

Polîtîkayên bişaftinê û zextên dewletê

Akkûzû, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser zor û zextên dewletê yên li ser ziman, çand û hunerê Kurdî jî û got, “Weke xebatên me yên li Akademiya Cegerxwîn, Akademiya Aram Tîgran û li Navenda Çand û Huner a Nûdaya Wanê wê li Mêrdînê jî çêbûbana û wê li Kurdistanê li her derê belav bûbana û hunermend wê zêde bûbana. Lê polîtikayên bişaftinê û li dijî aştiyê her tişt xirab kir. Ew akademî hatin girtin, kom belav bûn. Desthilata Tirkiyeyê ew hêza hunerê dît û pêşî lê girt. Lê heke em li dijî vê nesekinin û gilî û gazînan bikin ji xwe em dê tine bibin. Yanî bandora xwe zêdetir li ser derfet û aboriyê bû. Bi rêya şeredariyan, me li gundan şano li dar dixistin, niha ew derfet ji dest me hatine girtin, di saloneke mezin de me şano li dar dixist, lê niha di saloneke piçûk de em dilîzin. Li sûkan me lîstikên zarokan dilîst, lê niha em nikarin van tiştan bikin. Lê li dijî vê yekê hê jî şano tên lidarxistin, dibistan tên avakirin, sînema karê xwe dike û her wiha muzîk jî bi heman awayî karê xwe dewam dike. Ew sekn pier bi qîmet e.”

 

Xurtbûna xwedîderketina li şonoyê 

Akkûzû, tekildarî xebatên şanoyê û bernameya Kanûnê de got, “Di Kanûnê de 3 lîstikên me hene; Dek û Dolabên Scapen, Don Kîxot û Tartuffe. Ev her sê lîstik jî dê li salona me bê lîstin û xebateke me ya tûrneyê ya Êlihê heye. Temaşevan her tim tên hemû lîstikên me. Em bawer dikin dê dîsa salon tije bibin. Xwedîderketina temaşevanan a li şanoya Kurdî xurt e.”

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.