Parlamenterê serbixwe yê Iraqê, Mensûr Beêcî, têkildarî operasyonên Tirkiyeyê yên li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kir da ku bi lez helwêstê nîşan bidin û got, "Em ê rê nedin ku Tirkiye baregehên eskerî li ser xaka me ava bike." 

Mensûr Beêcî, bi daxuyaniyeke nivîskî ev bang kir. Mensûr nerazîbûn nîşanî êrişên artêşa Tirk a dagirker da û got, "Avakirina baregeheke leşkerî li Herêma Kurdistanê û bêdengiya hikûmetê, li ser xaka Iraqê ragihandina dagirkeriyeke fermî ye. Nabe ev yek bê qebûlkirin. Ji bo ku Tirkiye baregehek nû ava neke, divê Hikûmeta Iraqê bi lez helwêstê nîşan bide. Em ne gundek yan jî baxçeyekî Tirkiyeyê ne ku her car bixwaze di nava xaka me de baregehekê ava bike.”

Mensûr Beêcî, di dawiya axaftina xwe, ev bang kir: "Divê parlamen û rêveberên Iraqê li dijî kiryarên Tirkiyeyê xwedî helwêst bin û rê nedin Tirkiye baregeheke leşkerî ava bike. Pêwîst e bersiveke tund li dijî Tirkiyeyê hebe. Pêwîst e bi lez leşkerên Tirk hemû ji nava xaka me derkevin û ji bo vê zext li Tirkiyeyê bê kirin."

BEXDA