Zarok ji mirinê filitîn

Sêşem 8 Hezîran 2021 - 05:54

  • Zarokên nêzî cihê êrişa dewleta Tirk: Me li cihê bûyer lê pêk hat, amadekariya futbolê dikir, heger 5 deqe derengtir êriş pêk hatiba, em ê hemû bimirana.

Dewleta Tirk a dagirker 5’ê Hezîranê êriş bir ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê. Êriş bi balafirên bêmirov ên çekdarî hatibû kirin. Xelkê  wargeha panaberan, derheqê êrişê de peyivîn. Dewleta Tirk a dagirker careke din wargeha penaberan a Mexmûrê kir hedef. Şêniyên wargehê yên ku şahidiya êrişê kirin axivîn. Welatiyan got, heger dibistan ne di betlaneyê de bûya, yan jî ne êvar bûya, karesateke mezin wê pêk bihata. Zarokeke ku dema êrişê amadekariya leyîstina bi futbolê dikir, got, “Me li cihê bûyer lê pêk hat, amadekariya futbolê dikir, heger 5 deqe derengtir êriş pêk hatiba, em ê hemû bimirana.”

Li nêzî dibistanê xistine

Xelkê wargehê dibêjin, êriş li ber derê parka Şehîd Aryen çêbûye, li derdora parqê dibistan û mal hene. Heger êriş saetekê derengtir çêbûya, gelek kesan wê jiyana xwe ji dest bida. Ji ber ku danê êvarî welatî berê xwe didin parkê û li meydana li wir jî gelek kes sporê dikin. Ew cihê ku êriş lê çêbûyî meydanaa futbolê ya zarokan e jî. Li derdora wê parkê, dibistan û malên welatiyan hene. Penaber dibêjin, "Mala xwedê ava ku dema bûyer qewimî kes li ber derî nebû. Em di mal de bûn dengê teqînekê hat, zarokên me gelekî tirsîyan. Ev 28 sal in em penaber in, ti heqê kesekî li me nîne ku êrişî me bikin. Em hemû sivîl in, heke dema ku bûyer qewimî dibistan vekirî bûya, wê gelek kesan jiyana xwe ji dest bida."

Xelkê wargehê careke din bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafê mirovan kir da ku rê li ber êrişên deweleta Tirk a dagirker bigirin. 

Binpêkirina hiqûqa navneteweyî bû 

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ji ber êrişê dewleta Tirk şermezar kiribû. Nûnera daîmî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Linda Thomas Greenfieldê bi daxuyaniyekê got, wan dewleta Tirk hişyar kiriye ji bo ku êriş neke, lê bi êrişê wê hiqûqa navneteweyî û ya mirovî binpê kiriye.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.