Yan azadî yan azadî!

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 17 Nîsan 2023 - 00:10

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewrûpayê û Platforma Saziyên Kurdistanî yên li Ewrûpayê ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Azadî ji bo Abdullah Ocalan” li Dusseldorfê mîtîngek li dar xist.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li ber Stasyona Trenê ya Dusseldorfê civiyan.

Jinan di korteja li pêş de cihê xwe girt, flamayên “Free Ocalan”, “Freedom for Ocalan” hildan. 

Hevserokên KON-MED’ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever derketin ser dikê û girse silav kirin. 

Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif li meydana mîtîngê got, “Rêber Apo li Îmraliyê li ser navê mirovahiyê li berxwe dide, li ser navê azadiyê li berxwe dide. Divê gelê Kurd xwedî li îradeya xwe derkeve. Gelê Kurd li ku dera cîhanê dibe bila bibe, wê bi nasname, ziman û azadiya xwe hebe. Em berxwedan û çalakiyên we silav dikin. Têkoşîna me wê bibe azadiya Rêber Apo. Ji bo Rêber Apo yan azadî, yan azadî.”

Li peyama bi dîmen a Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik ve ji bo mîtîngê hatî şandin, hate guhdarîkirin. Bayik got, “Gelê me her tim dibêje, ‘Bê Serok Apo jiyan nabe’. Ev jî heqîqeta Apo û gelê Kurd îfade dike. Gelê Kurd û dostên wan, jinên Kurd, ciwanên Kurd bi hemû enerjî û qeweta xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin û ji niha pê ve jî wê têkoşînê mezintir bikin. Heta ku encamê ji têkoşînê bigrin, wê her dewam bike. Divê em qadeke mezin a têkoşînê ava bikin da ku karibin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin. Ez bang hemû rewşenbîr, hunermend, saziyên sivîl, şoreşger, demokrat û hêzên sosyalîst dikim. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo erk û berpirsiyariyên xwe pêk bînin.”

DUSSELDORF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.