- Karasû destnîşan kir ku ya li ser Êzîdiyan tê ferzkirin nokerî ye, lewma civaka Êzîdî bi tundî li ber lihevkirina Hewlêr-Bexdayê rabû. Karasû got, xweserî mafê Êzîdiyan e, ya girîng jî ew e.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû tevlî bernameyeka 'Ulkeden' a Medya Haberê bû û bal kişand ser rewşa li Şengalê.
Karasû careke din bi bîr xist ku ti hêzeke gerîla li Şengalê nîne, bi rengekî fermî xwe ji Şengalê vekişandibû û destnîşan kir ku Şengal niha ji aliyê YBŞ'ê ve tê parastin û ji aliyê civaka Êzîdî ve tê birêvebirin.
Karasû diyar kir ku YBŞ û rêveberiya xweser bi rêveberiya Iraqê re xwedî pêwendiyeke fermî ye û anî ziman ku mafê xwerêvebirinê û xweparastinê mîna şîrê dayikê li Êzîdiyan helal e.
Mûstafa Karasû got, "Têkildarî Şengalê em tenê tiştekî dixwazin û dibêjin; bila Şengal xweser be, hêza wan a parastinê ji wan be."
Ya girîng xweserî ye
Karasû anî ziman ku li her devera cîhanê pêkhateyên bi vî rengî yên xwedî nasnameyeke cuda xweser tê dîtin û got, "Ev yek li welatên Ewrûpa, Emerîkaya Latîn û li her devereke cîhanê heye. Qey Êzîdî wê dewletê ava bikin? Nexêr. Tenê dibêjin, em ê xwe bixwe birêve bibin. Ma daxwazeke ji vê ya xwezayîtir ango rewatir heye? Tiştên ku em di mijara Şengalê de dibêjin ev e."
Karasû da zanîn ji bo wan a girîng xweserî ye, ne ew e wê kî bi rê ve bibe û got; "Bila tenê Êzîdî xweser bin, kî bi rê ve dibe bila bibe... Tenê bila xweseriya wan were naskirin û xwe bi xwe bikarin rêve bibin û biparêzin."
Divê Êzîdî xwe bi xwe rêve bibin
Têkildarî pîlan û projeyên li ser Şengalê tên ferzkirin jî Karasû rexneyeke tund kir û got, "Ya ku nayê qebûlkirin û Êzîdî jî li ber radibin, redkirina xweseriyê ye. Dibêjin wê karmendên wan hebin û Êzîdî bibin leşker û biçin nava sengeran cih bigirin. Dibêjin hûn ê bibin leşker, karmend û nokerên wan. Bi vî awayî nabe, divê Êzîdî xwe bi xwe bi rê ve bibin, biryarên têkildarî xwe, bi xwe bidin."
Di vê mijarê de jî Karasû bal kişand ser peymana navbera PDK'ê û rêveberiya Bexdayê ya li ser Şengalê û got: "Bêguman em jî li dij in. Dema ku ev peyman hate îmzekirin gelo nêrîna Êzîdiyan hate pirsîn? Em mereq dikin gelo nûnerên Êzîdiyan ên di nava vê peymanê de kî ne, Iraq e yan jî PDK'ye? Ma ne diviya ev mijar ji Êzîdiyan hatiba pirsîn an jî şandeyeke Êzîdiyan jî li wir amadebana? Muxateb Êzîdî ne û eger wê bazarek bibe jî divê bi Êzîdiyan re were kirin, ne Iraq bi PDK’ê re. Êzîdiyan careke din dîtin ku wan naxin şûna mirovan, ji ber vê nerazîbûn nîşandan û mafdar in. Em daxwazên Êzîdiyan yên di vê mijarê de mafdar dibînin, dibêjin divê cîhan jî piştgirî bidin vê daxwaza wan. Tişta divê PDK di vir de bike naskirina xweseriya Êzîdiyan e. Bila Êzîdî xweser bin û parastina xwe bixwe bikin. Bila girêdayî wan nebin. Dema xweser bû, wê her hiqûqek xwe bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê re hebe."
NAVENDA NÛÇEYAN