- Şengalî bi dirûşma "Xwedîderketina li rûmetê" ev 16 roj in li pêşiya Navenda Asayîşa Êzîdxanê nobetê digirin.
Şengalî bi dirûşma "Xwedîderketina li rûmetê" ev 16 roj in li pêşiya Navenda Asayîşa Êzîdxanê nobetê digirin.
Li dijî lihevkirina Bexda-Hewlêrê ya li dijî Şengalê, xelkê Şengalê ji 9'ê Cotmehê ve li ser piyan e.
Ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzîdxanê jî li pêşiya Navenda Asayîşa Êzîdxanê kon hatiye vedan û çalakiya nobetgirtinê dewam dike.
Çalakî ev 16 roj in dewam dike.
Her roj ji navçe, bajarok û gundên Şengalê xelkê herêmê diçe serdana konê berxwedanê.
Şengalî bi biryar in ku heta asayîşa wan bi rengekî fermî bê qebûlkirin, çalakî û berxwedana xwe dewam bikin.
ROJNEWS/ŞENGAL