Di dawiya hefteyê de li gelek navendên Ewrûpayê, nexasim jî li Fransayê çalakiyên girseyî yên Kurdistaniyan û dostên wan li dijî tecrîdkirina Rêber Apo, dagirkeriya artêşa Tirk li Kurdistanê û li dijî faşîzma dewleta Tirk li beramberî siyaseta demokratîk, pêk hatin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Fransayê, li bajarên vî welatî yên weke Bordeaux, li Corbeil û Villiers Le Bel a Parîsê, Strasbourg û Marsîlyayê çalakiyên mezin ên girseyî pêk anîn. Tevgerên Ciwanan TCŞ û TekoJINʼê ji çalakiyan re pêşengî kirin. Kurdistaniyan di çalakiyên xwe de bêdengiya dewletên Ewrûpayê li hemberî zilm û zordariyê protesto kirin û bal kişandin ser berjewendîperestiya çavkorî ya Ewrûpayê. Li dijî dagirkeriya artêşa Tirk jî bang kirin ku her kes di nava cenga azadiyê de cih bigire.
Li bajarê Strasbourgê jî bi sedema ku çalakiya azadiyê ya ji bo Rêber Apo kete sala dehan çalakiyek hat kirin. Çalakiya “nobeta azadiyê” li dijî tecrîdkirina Rêber Apo 25’ê Hezîrana 2012’an dest pê kir. Bi sedema çalakî ket sala xwe ya dehan bi pêşengiya KCDK-E’yê meş û mîtîngeke girseyî hate kirin. Peştî çalakiyê nûnerên saziyên ji Oldenbûrgê ya Elmanyayê di hefteya 470’î de Nobeta Azadiyê dewr wergirtin. Nûner an jî hevserokên KCDK- TJK-E, KON-MED, FCDK-Kawa, NCDK-S, FCK-BW, KOMAW, PJAK, FEDA, NAV-YEK, MSC, KJAR, PYD, SMJÊ, CDK-F di komê de cih digirin.
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê jî tevî dostên xwe bi meşeke mezin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Zap, Avaşîn û Metînayê şermezar kirin.
Li bajarê Melboûrne yê Avûstralyayê Şêx Seîd û hevrêyên wî, li bajarê Halleyê yê Elmanyayê jî 7 gerîlayên li Mam Reşo şehîd bûbûn hatin bîranîn.
Li bajarê Baselê yê Swîsreyê biryara xwevekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê û qetlîamên jinan yên ji ber pêkneanîna Peymana Stenbolê hate protestokirin.
Êrişên nijadperest û zayendîperest ên nijadperestên Tirk ku par li paytexta Awûstûrya Viyanayê li dijî jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî hatin kirin, di salvegera yekemîn de ji aliyê bi hezaran kesî ve bi meşekê hat şermezarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN