• HPG: Hevala me Rûken Mamxurî radihije çeka xwe û xwe berdide deşta Kerkûkê. Piştî ku rola xwe ya dîrokî bi layiqî bi cih tîne, dixwaze ji dewleta TC’ê û rejîma faşîst tola dirokî hilîne, û ew berê xwe dide çiyayên Botanê. Weke fermandara YJA Starê li ser peywira xwe 15’ê Hezîrana 2017’an şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derheqê 5 gerîlayên sala 2017’an li Botanê şehîd bûne, ev agahî da: “Sala 2017’an li Botanê li dijî dijmin şerekî bêhempa hat kirin. Ên ku digotin bihara 2017’an ew ê gerîla tine bikin, ketibûn nav xewn û xeyalan, hatin ber tinebûnê. Em hevrêyên xwe Rûken, Canfeda, Argeş, Devrîm û Emrah ên ku xweziya dijmin di gewriya wî de hiştin, pîlanên wî yên tesfiyekirinê pûç kirin, têkoşîna me bênavber domandin, îro gelê me bêhtir nêzîkî azadiyê kirin û li Botanê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin.”

HPG´ê ji bo şehîd Rûken Mamxurî got, “Hevrêya me Rûken ji eşîra Mamxûrî ye û li Colemergê çêbûye. Hevrêya me Rûken li ser rêya birayê xwe, hevrêyê me Mazlûm Mamxurî dimeşe, sala 2009’an li Botanê tevlî nav refên gerîla dibe. Piştî demeke li Botanê, diçe Herêmên Parastinê yên Medyayê. Şehîdbûna birayê wê, hevrêyê me Mazlûm Mamxurî di sala 2010’an de azweriya têkoşînê, hêrsa wê ya li bara dijmin û baweriya wê ya bi serfiraziyê geştir dike. Dema ku paşverûtiya DAIŞ’ê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê, yek ji wan milîtanên Apoyî yên leheng ku li dijî çetetiyê bi helwêsta fedayî sekinî, hevala me Rûken bû. Radihije çeka xwe û xwe berdide deşta Kerkûkê. Piştî ku rola xwe ya dîrokî bi layiqî bi cih tîne, dixwaze biçe Bakur. Ew dixwaze ji dewleta TC’ê û rejîma faşîst tola dirokî hilîne, û ew berê xwe dide çiyayên Botanê. Bi sifetê fermandara YJA Starê mîsyoneke girîng li Botanê hildigire. Li ser peywira xwe 15’ê Hezîrana 2017’an şehîd bû.”

HPG´ê ji bo şehîd Argeş Destan jî got, “Hevrêyê me Argeş sala 2015’an li Amedê tevlî nav refên gerîla dibe û rêya berxwedan û serfiraziyê li ber ciwanên Kurdistanê yên birûmet dixe. Xwîşka hevrêyê me Argeş, Destan Egîd (Dîlan Akkoç) di êrişa bi nemerdî ya artêşa TC’ê ya dagirker de sala 2016’an li Dersimê şehîd dibe, hevrêyê me Argeş piştî şehîdbûna hevrêya me, asta tevlîbûna xwe geştir dike û têkoşînê gurtir dike. Hevrêyê me li Botanê di gelek çalakiyan de cih girt û di van çalakiyan de derbên giran li dijmin hatine xistin. Ew di demeke kurt de bû gerîlayekî zîrek. Xeta berxwedan û serfiraziyê ya hevrêyê me Argeş wê pêşiya me ronî bike û bibe sedema serfiraziyê.”

HPG´ê ji bo şehîd Canfeda Başkale got, “Hevrêyê me Canfeda sala 2014’an li Amedê tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me ji roja ku tevlîbûnê heta roja şehîdbûnê, bûye milîtan û parêzvanekî têkneçûyî yê xeta partiyê. Hevrêyê me Canfeda li felsefeya Rêber Apo hûr bûye. Bi zîrektiya xwe ya di warê leşkerî de derdikeve pêş. Hevrêyê me li Botanê li dilê şoreşa Kurdistanê gerîlatiyê dike, tevlî gelek çalakiyan dibe û derbên giran li dijmin dide. Hevrêyê me Botan bi êrişa dagirkeran li Botanê şehîd dibe, hevrêyê me Botan wê ji bo gerîlayên me yên li ser xeta serfiraziyê bibe kana hêzê.”

HPG´ê ji bo şehîd Devrîm Botan got, “Hevrêya me Devrîm li Dêrgulê ya ser bi Şirnexê ji dayik bûye. Sala 2015’an tevlî nav refên gerîlayan dibe. Piştî perwerdehiyê diçe devera Gabarê û ligel ku li deverê nû ye jî ji hevalên xwe nemaye. Wê li vir xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de xurt kiriye û ketiye nav hewldana ku felsefeya Apotiyê fêm bike û pêk bîne. Heval Devrîm bûye yek ji hevala ku derbên herî giran li dijmin dane.” 

 

Îradeyek ji pola ya xeta fedaîtiyê

HPG´ê li ser şehîd Emrah jî got “Hevalê me Emrah, sala 2017’an ji Botanê tevlî nav refên gerîlayan bû, di heman salê de dema ku li ser peywira xwe bû, ket kemînê û ji bo ku dîl nekeve destê dijmin, çalakiyeke fedaî kiriye û şehîd bûye. Dema ku êrişên dijmin zêde dibûn, ew tevlî nav refên gerîlayan bûye û hê di serî de xeta fedayî ji xwe re kiriye esas. Wî bawerî pê aniye ku ew ê têkoşîna heval û partiya me bi serfiraziyê tacîdar bike.”

HPG´ê agahiyên li ser nasnameya şehîdan jî eşkere kirin:

* Rûken Mamxurî (Kadriye Ozlu) ya li Colemêrgê ji dayik bûyî, keça Perihan û Dolmaz, Hezîrana 2017´an li Botanê şehîd bû.

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2017 / Botan

* Canfeda Başkale (Samî Acar) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Kadriye û Alî, sala 2017´an li Botanê şehîd bû.

* Argeş Destan (Azad Akkoç) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Semra û Edîp, sala 2017´an li Botanê şehîd bû.

* Devrîm Botan (Seyîtxan Ayan) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Sultan û Selîm, sala 2017´an li Botanê şehîd bû.

* Emrah (Emrullah Keskîn) sala 2017´an li Botanê şehîd bû.

BEHDÎNAN