- Dawiya hefteyê li seranserê Ewrûpayê çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk hebûn. Di çalakiya li Brukselê de Zubeyir Aydar got, "Gerîlayên Kurdistanê îro li ber xwe didin û divê gelê Kurd jî tevî gerîla dest bi berxwedanê bike."
Li serenserê bajarên Ewrûpayê Kurdistaniyan û dostên wan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê rûreş kir.
Li bajarên Elmanyayê Nurnberg, Heilbronn, Saarbrucken, Hannover, Mannheim û Hamburgê, li bajarên Fransayê Parîs, Toulouse û Marsîlyayê, li paytexta Belçîkayê Brukselê, li paytexta Awusturyayê Viyanayê, li bajarên Swêdê Vesteras û Helsîngborgê dawiya hefteyê çalakî hebûn.
Nurnberg: Gelê Kurd û dostên wî li Auseplatzê hatin ba hev û mîtîngek kirin. Nûnerên KON-MED, AGIF, ATIF, Inverventinonstische Linke, Die Falken, Rote Hilfe, OA, Linke Diste, DKP, PARTIZAN, MLPD û KKP´ê jî di nav de gelek sazî û rêxistinên Elmanyayê tevlî mîtîngê bûn. Hevserokê KON-MED’ê Tahîr Koçer li vir peyivî û got, li dijî Başûrê Kurdistane êrişeke mezin a dagirkeriyê heye: “Em bang li Elmanyayê dikin bila ji bo têkiliyên qirêj ên bi Tirkiyeyê re li hemberî kuştina Kurdan bêdeng nemîne. Em bang li civaka Elmanyayê dikin bila piştgiriya Elmanyayê ya ji bo dîktatoran qebûl neke. Êdî bila Elmanya çekan nede Tirkiyeyê. Ji xeynî van, Elmanya digire bi ser sazî û komeleyên me de. Em van serdegirtinên li dijî hiqûqê jî qebûl nakin.”
Heilbronn: NCDK û TJK-E’yê tûreke bisikletê organîze kir û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê protesto kirin. Çalakger li pêşiya NCDK´ê kom bûn û bi bisiklêtan bi qasî 3 saetan li nava bajêr geriyan, slogan gotin û belavok xwendin. Çalakgeran tîşortên bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bal kişand ser tecrîdê jî.
Saarbrucken: Kurdistanî li pêşiya Europa Galerie hatin ba hev. Di axaftinan de hate gotin, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nav konseptekê de tên kirin. Di çalakiyê de bang li dewletên Yekîtiya Ewrûpayê hat kirin da ku ji bo sekinandina êrişan hewl bide.
Hannover: Bi sedan Kurd ji bo şermezarkirina êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîdkirina li ser Îmraliyê meşiyan. Meş bi pêşengiya NAV-DEM Hannoverê li pêşiya konsolosxaneya Tirk dest pê kir û heta Halim Dener Platzê domiya. Hevserokê Meclîsa Gel a Hannoverê Orhan Alp li vir got, “Dewleta Tirk îro bi awayekî hovane êrişî destketiyên gelê Kurd dike. Dewleta Tirk piştî ku li Garê têk çû vê carê bi teknîka xwe hemûyî êrişî gerîlayan dike. Heta ku Rêbertiya me û Kurdistan azad bibin, em ê her roj têbikoşin.”
Mannheim: Kurdistaniya û dostên wan êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir. Xelkê bi meşê dewleta Tirk şermezar kir. Xelk li Waserturmê civiya û heta Paradeplatzê meşiya.
Winsen-Luhe: Êrişa ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin û daxuyaniya DYE ya li ser 3 rêveberên PKK’ê hat protestokirin. Gelek Kurdên ji bajarên Hambûrg û Stadê tevlî meşa protestoyê bûn.
Marsîlya: Bi sedan kes li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk û tecrîdkirina Ocalan, mîtîngek li dar xist. Kurdan û dostên wan li Meydana Canabiereyê hatin ba hev û heta meydana Vieux Port a Marsîlyayê meşiyan û bi hezaran belavok belav kirin.
Parîs: Êrişên qirkirinê yên li Efrînê û êrişên dagirkeriyê li Meydana Republiqueyê ya Parîsê hatin şermezarkirin. Bi sedan Kurd tevlî çalakiyê bûn û saziyên dost jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de posterên Ocalan û alayên YPG/YPJ’ê hatin hildan.
Toulouse: Li vir jî li dijî dagirkririna Efrînê û êrişên dagirkeriyê çalakî hate kirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gerîla bi qehremanî li ber xwe dide û şerê azadiyê didomîne.
Viyana: Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi meşekê hatin protestokirin. Meşê li Westbahnhofê dest pê kir û heta Museumsquartierê dewam kir. Posterên Ocalan û alayên YPG û YPJ’ê hatin hildan. Di meşê de sûcên li Efrînê yên dewleta Tirk adagirker kirine û êrişên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Parastinê ya Medyayê hatin protestokirin.
Bruksel: Li Brukselê êrişên dewleta Tirk a dagirker û siyaseta zext û darvekirinê ya rejîma Îranê hatin protestokirin. PAJK û KJAR’ê li pêşiya Parlamena Ewrûpayê çalakî organîze kir. Di çalakiyê de banga yekîtiya gelê Kurd hate kirin. Di çalakiyê de Zubeyîr Aydar li ser navê KNK’ê axivî û got, “Gerîlayên Kurdistanê îro li ber xwe didin û divê gelê Kurd jî tevî gerîla dest bi berxwedanê bike.”
Vasteras: Li vî bajarê Swêdê êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku êrişên li dijî gerîlayên Kurdistanê li dijî gelê Kurd in.
Helsîngborg: Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên li dijî Efrînê li vî bajarê Swêdê jî hatin protestokirin. Di çalakiyê de tecrîdkirina Ocalan jî hate şermezarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN