Tenê parçeyek kaxiz!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 19 Tîrmeh 2022 - 22:12

  • Hunermend Chiris Conrad bêyî meqes û zemqê bi kar bîne, fîgûrekî ferîştahekê yê xweşik çêkiriye.

Hunermend Chiris Conrad bêyî meqes û zemqê bi kar bîne, fîgûrekî ferîştahekê yê xweşik çêkiriye. Wî tenê kaxiz tewandiye û bi tewandin û tewtewkirina kaxizê şêwe daye vî fîgûrê ku dişibe ferîştahekê. Di destekî ferîştahê de gopalek û di destê din de jî kitêbek heye. Wî tenê bi hunerê orîgamî ev hûrgiliyên xweşik ên ferîştahê derxistine holê. Fîgûrekî piçûk e, lê weke peykerekî ji mermer tê xuyanê. 

Wî ji bo vî peykerê ji kaxizê çêbike, 15 saetan kar kiriye. Zehmetiya vî karî ya herî mezin ew e ku tenê ji parçeyek kaxiz tê çêkirin û qet nayê birrîn!

Chiris Conrad beriya halê dawî bide van peykerên xwe yên ku bi hunerê orîgamî çêdike, gelek caran ceribandinan dike û di dawiya ceribandinên xwe de digihîje meqseda xwe. Ji bo vê rewşê, ew dibêje, “Hin caran di cara ewil de tişta ku dixwazim, derdikeve holê û ez fîgûrên xwe xera nakim. Lê hin caran, tiştên dixwazim dernakevin û mecbûr dimînim ji nû ve bisêwirînim. Gelek kes ji bo karê orîgamî meqes û zemqê bi kar tînin, lê ez vê yekê nakim, ji bo vê fîgûra xwe, min tenê av bikaranî. Ji ber vê yekê karê min hinekî zehmettir bû û qedandina wî dirêj kir.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.