- PDK´ê êrişî 3 gerîlayan kir û aqûbeta her sê gerîlayan ji 26´ê Tîrmehê ve nediyar e. Malbata yekî ji van gerîlayan Dijwar Berxwedan, ji Hesekê berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Lê PDK´ê destûr neda malbatê ku biçe Başûr. Bavê Dijwar Berxwedanî, Hesen Şerîf got, êriş li dijî hêviya yekîtiyê ya gelê Kurd e.
Bavê gerîlayekî ku ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatiye revandin got, armanca revandina gerîlayan têkbirina hewldanên avakirina yekitiya Kurdan e û bang li PDK'ê kir da ku aqûbeta gerîlayên revandî, diyar bike.
Dewleta Tirk piştî ku di 14`ê Sibata bihurî de li herêma Garê têk çû, ji 23`yê Nîsana bihurî ve bi dijwarî êrişên dagirkirin û qirkirinê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê didomîne. Ew di van êrişan çekên qedexekirî jî bi kar tîne. Wê 5`ê Hezîrana bihurî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî bomebebaran kir. Li hemberî êrişên dagirkirinê, gerîlayên HPG û YJA Starê li ber xwe didin û xaka Kurdistanê diparêzin.
26`ê Tîrmeha bihurî 3 gerîlayên HPG'ê li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê ketin ber êrişeke hêzên PDK`ê.
Li dijî hêviya yekîtiyê ye
Hesen Şerîf bavê gerîla Dijwar Berxwedan e yê ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatiye revandin. Wî diyar kir ku kurê wî Dijwar beriya 4 salan ji bo parastina xaka Kurdistanê tev li nav refên HPG'ê bûye.
Hesen Şerîf wiha domand: "Beriya hefteyekê me bihîst ku kurê min û 2 gerîlayên din ji aliyê hêzên girêdayî PDK`ê ve hatine revandin. Gerîla parastina xaka xwe dikin, lê hêzên PDK`ê wan direvînin."
Şerîf got, armanca revandina gerîlayan ew e ku hewldanên avakirina yekitiya Kurdan têk bibe, ev yekîtî jî hêviya her Kurdekî ye.
Hesen Şerîf di dawiyê de bang li PDK`ê û Mesûd Barzanî kir da ku aqûbeta gerîlayên revandî diyar bike.
PDK´ê nehişt malbat biçe Başûr
Malbata gerîla Dijwar Berxwedan (Mehmûd Xelef) ê ji Hesekê, ji bo bi aqûbeta kurê xwe zanibe, xwest doh ji Rojava biçe Başûrê Kurdistanê, lê PDK’ê destûr neda malbatê.
Endamên malbatê doh sibehê saet 05:00`an berê xwe dan dergehê Sêmalkayê da ku biçe Başûrê Kurdistanê.
Bavê Dijwar, Hesen Şerîf Xelef, dayîka wî Roz Welî Xelîl û her du birayên wî Kawa Hesen Xelef û Diyar Hesen Xelef, vê sibehê berê xwe dan dergehê Sêmalka. Lê asayîşa PDK’ê destûr neda malbata gerîla Dijwar Berxwedan biçe Başûrê Kurdistanê.
Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG’ê di 31’ê Tîrmeha 2021’an de bi daxuyaniyekê ragihandi bû ku di 26’ê Tîrmehê de têkiliya wan ji komeke hevrêyên wan yên li gundê Bêxme yê girêdayî navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê qût bûye.
HPG’ê anîbû ziman ku derbarê aqûbeta hevalên xwe de ew li benda daxuyaniya PDK’ê ne. Lê heya niha PDK’ê derbarê mijarê de ti daxuyaniyek belav nekiriye.
HESEKÊ