• Daxwaza me dayikan ew e ku tecrîdkirina girtiyên siyasî hemûyan were şikandin. Eynî eziyet li ser bi hezaran girtiyan heye. Ji vê zilmê re êdî bes e. Bila rayedar, parlamenter, siyasetvan û gel rabe ser piyan. Em dikarin bi serîrakirinê dawiyê li zilmê bînin.

Dewleta Tirk êşkence timî weke karekî sîstematîk ê dagirkeriya xwe ya li dijî Kurdsitanê û Kurdan bi kar tîne. Li gorî nûçeya Medya Uren ji Jinnewsê re amade kiriye, êşkenceyê li Şeyhmus Koç ê di Hepsa Gîresûnê de ragirtî dikin. Ji ber vê jî pirsgirêkên derûnî û fîzikî pê re peyda dibin. 
Medya Uren bi dayika Şeyhmus Koçî, Şukran Koç re peyiviye. Şukran Koç di vî warî de gotiye, “Kurê min bi êşkenceya dewletê nexweş ket û nayê dermankirin. Ji vê zilmê re êdî bes e! Bila rayedar, parlamenter, siyasetvan û gel rabe ser lingan. Em dikarin bi serîrakinê dawiyê li zilmê bînin."
 
Êşkence lê kirin û derman nakin

Şeyhmûs Koç di berxwedana rêveberiyên xweser a Nisêbînê de hatibû girtin û gelek êşkence lê hat kirin. Halê hazir jî tê tecrîdkirin. Piştî êşkenceyê di warê fîzikî û derûnî de pirsgirêkên li  can û ruhê wî peyda bûne. Heta niha jî nehatiye dermankirin û her ku diçe rewşa wî xirabtir dibe. Diya Şeyhmusî, Şukriye Koç bi bîr dixe ku kurê wê beriya bi 6 salan hçîna 20 salî bû li Nisêbînê hate girtin. Beriya were girtin jî di 5 cihên laşê wî de parçeyên teqemenî û guleyan hebûn. Dema ku dagirker îfadeya wî digirin jî êşkenceyê lê dikin. Ev jî dibe sedem ku di aliyê fizîkî de zirarên mezin lê bibin.

Bi ser vê rewşê de dagirker wî di hepsê de jî dixin hucreyê û di aliyê derûnî de bi ser de diçin. Niha Şeyhmus Koç di warê derûnî de jî ne bi silamet û sihet e. Di pêvajoya 6 salan de ne parçe ji laşe wî hatin derxistin, ne jî di aliyê derûnî de ew hatiye dermankirin. Şeyhmus Koç hem di tecrîdê de ye û hem jî rexmê ku nikare di hepsê de bimîne, weke bi sedan girtiyên nexweş ên siyasî tê girtin. Diya wî Şukriye Koç hêrsa xwe ya li dijî tecrîd û îşkenceyê nîşan ddide û dibêje, “Nêzîkatiya li dijî zarokên me nêzîkatiya dijmirovî ye. Kurê min bi êşkenceya dewletê nexweş ket û nayê dermankirin.“
 
Bidin me em derman bikin

Şukriye Koçê diyar dike ku ew bi kurê xwe re nikare biaxive û wiha dewam dike: "Carcaran Şeyhmus kesî ji me nas nake. Carinan jî ranahêje telefonê. Beriya 20 rojan bi min re axivî. Ez weke dayik dilbiêş im ku nikarim bi kurê xwe re biaxivim jî. Pêwîst e hatiba dermankirin. Ger nêzîkatiya wan bi vî rengî jî be bila bidin me, em ê derman bikin. Ez êdî naxwazim ez dûrî kurê xwe bimînim. Cezayê giran dane wî. Dev ji hêviya azadiya wî berdin, axaftina pê re jî ji me re bûye hesret. Ji bo dayikekê ev çiqas zor e hûn nizanin."
 
Em zincîrên tecrîdê biqetînin

Şukriye Koçê balê dibe ser tecrîdkirina girtiyên siyasî û wiha dipeyive: “Bi sedan girtî di tecrîdê de ne. Daxwaza me dayikan ew e ku tecrîdkirina girtiyên siyasî hemûyan were şikandin. Eynî eziyet li ser bi hezaran girtiyî heye. Ji vê zilmê re êdî bes e. Bila rayedar, parlamenter, siyasetvan û gel rabe ser piyan. Em dikarin bi serîrakinê dawiyê li zilmê bînin. Bila êdî dayik negirîn. Bila zarok jî li pey dê û bavên xwe negirîn. Zarokên me vê zilmê dibînin û mezin dibin."
 
Hiqûq jî nîne

Parêzera Şeyhmus Koçî, Dîlan Koç jî derbarê rewşa wî de dibêje, “Beriya ku ew bikeve hepsê, pirsgirêkên wî yên tendirustiyê tinebûn. Nexasim jî di aliyê derûnî de tinebûn. Lê belê piştî ku ket hepsê di aliyê derûnî de pirsgirêkên wî yên cidî peyda bûn. Êşkenceya li Şeyhmus hatiye kirin ne hiqûqî ye. Ji ber van sedeman û rewşa wî ya tendirustiyê jî me gelek caran daxwazname nivîsî, lê belê bersivek nehat dayîn."

 

‘Devê xwe veke’ 

Di zindana Bandirma de li girtiyên Kurd ferz dikin ku li nava devê wan bê sehîkirin.    

Mustafa Acet ku di Hepsa Bandirma a Tîpa T 2 de ragirtî ye, vê hefteyê bi rêya telefonê ji malbata xwe re behsa êşkenceyên li nava hepsê kiriye. Acet dibêje, li girtiyên nexweş di lêgerînê de ferz dikin ku nava devê wan bê kontrolkirin. Herçî vê qebûl neke jî nahêlin biçin cem doxtor, û ji ber vê jî nikarin derman bibin.   

NAVENDA NÛÇEYAN