'Roja Dayîkan' pîroz kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 25 Mijdar 2024 - 00:35

24'ê Mijdarê ku li Rûsyayê û gelek welatan weke 'Roja Dayîkan' tê pîrozkirin, ji aliyê Kurdên li Stravrapol a Rûsyayê jî hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Mala Çandê ya gundê Razdolnoyê ya navçeya Novoalêksandrovskê ya herêma Stavropolê pêk hat.

Nûner û hunermendên pêkhateyên cuda yên herêmê hatin vexwendin. Kurd jî bi dengbêjên ciwan Axmêdova Avîn, Bazûyêva Zîlan û koma govendê ya 'Kulîlkên Rojê' tevlî pîrozbahiyê bûn. Hunermendên Kurd bi germahî hatin pêşwazîkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.