- Di dawiya Gulanê de eşkere bûbû ku dagirkerên Efrînê bi êşkenceyê Kawa Umer û Mihemed Umer qetil kirine. Niha jî eşkere bû ku dagirkeran di hepsan de bi êşkenceyê Mewlîde Nehman û Mesûd Yûsif şehîd kirine.
FÎRAS ÎBRAHÎM / ALAN ŞÊXO
ANF/ŞEHBA
Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn –Sûriyê Îbrahîm Şêxo, nasnameyên gelek niştecihên Efrînê ku hatine revandin û bi êşkenceyê di hepsên dewleta Tirk ên li deverên dagirkirî de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kirin.
Piştî ku zêdetirî 2 salan di jêrzemînên zindanên dewleta Tirk de hatin girtin, hin kesên ku hatibûn revandin, ber bi kantona Şehbayê ve reviyan û hejmara kesên hatine revandin û ji ber êşkenceya îstixbaratên dewleta Tirk û çeteyên wê ve şehîd bûne, hatin eşkerekirin.
Di 26`ê Gulanê de ANHA’yê agahiyên welatiyê bi navê E. H. yê ku xwe gihandibû kantona Şehbayê weşand. Wî got, Kawa Umer ê ji gundê Darkirêh ê navçeya Mabata ya ser bi Efrînê ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.
Welatiyê bi navê E.H. piştrast kir ku çeteyan welatiyê bi navê Kawa Umer bi êşkenceyê neçar dikir ku ava qirêj piştî ku çend roj di ser lêpirsînê re bihurîn, vexwe.
E.H. nasnameya welatiyê bi navê Mihemed Umer ê kor, û ji şêniyên gundê Darkirêh e û di bin darê zilma êşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye jî eşkere kir.
Nasnameya du kesên din eşkere bû
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî navên hin kesên ku hatibûn revandin û bi êşkenceyê di jêrzemînên hepsên dewleta Tirk de li herêmên dagirkirî jiyana xwe ji dest dane, belav kirin. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane li gorî rêxistinê ev in:
* Kawa Umer ê 32 salî yê ji gundê Darkirêh, di hepsa Zîra ya li bajarê Babê jiyana xwe ji dest daye.
* Mewlîda Nehman a 64 salî, ji navçeya Cindirêsê ye û di hepsa bajarê Rayî de jiyana xwe ji dest daye.
Sûcên li dijî mirovahiyê ne
Li ser mijarê, berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji me re axivî.
Şêxo diyar kir ku sûc û binpêkirinên mafan li dijî şêniyên Efrînê yên bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên dema şer in. Sûcên li dijî hepsî û êsîran jî wî weke sûcên li dijî mirovahiyê bi nav kirin.
Şêxo destnîşan kir ku li gorî agahiyên malbatên revandiyan dayî, welatiyê bi navê Kawa Umer beriya salekê ji ber êşkenceyên hovane jiyana xwe ji dest daye. Her wiha welatiya bi navê Mewlîde Nehman ji ber êşkenceyên hovane 30 Gulanê jiyana xwe ji dest daye.
Ava qirêj pê dan vexwarin
Şêxo piştrast kir ku artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê sivîlan ji ber tohmetên derew yên weke têkiliyên bi saziyên Rêveberiya Xweser re, direvînin. Şêxo da zanîn ku rêveberiya zindana Rayî ji malbata Mewlîde Niman pereyên pirr bi hinceta ku dermên jê re peyda dikin, dixwestin.
Şêxo di axaftina xwe de, nasnameya welatiyê bi navê Mesûd Yûsif ê ji gundê Moseka yê Racoyê eşkere kir. Mesûd Yûsif ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye. Şêxo anî ziman ku Mesûd di encama êşkenceyên giran û vexwarina ava qirêj de, bi nexweşiyê ketibû.
Bi fermana îstîxbarata Tirk
Şêxo destnîşan kir ku bi zanebûn sûcan li dijî xelkê Efrînê yê resen dikin û anî ziman ku dewleta Tirk gelek sûc bi her rêbazê pêk anîne, her wiha gelek rapor û rêxistinên navneteweyî, yên weke Human Rights Watch û Rêxistina Mafên Mirovan û Komîteya Lêpirsîna Rastiyê ya Navneteweyî ev sûc weke sûcên li dijî mirovahiyê bi nav kirin. Şêxo got, sûc û kirinên hovane, bi zanebûn û yekser bi fermana istîxbarata Tirk pêk tên.