'Qey tu şerm nakî?’
Yekşem 8 Gulan 2022 - 22:42
- Dayikên Aştiyê li Nisêbînê gihîştin hev û bi hev re gotin “Bijî berxwedana Zapê” û “Bimre ixanet”.
Dayikên Aştiyê li Nisêbînê gihîştin hev û bi hev re gotin “Bijî berxwedana Zapê” û “Bimre ixanet”.
Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, li Taxa Yenîşehîr a navçeya Nisêbîna Mêrdînê meşek hate lidarxistin. Gelek dayikên ku ji Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Amed û Sêrtê hatin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar, Dersîm Dag, Nûran Îmîr, Ayşe Surucu, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ku Nobeta Edaletê digirin tev li meşê bûn. Di meşê de pankarta “Heta rojên azad ava bikin, em ê tekoşîna xwe bidomînin” hate hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Zapê” û “Bimre ixanet” hatin berzkirin.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Besna Gunay piştî meşê daxuyanî da. Wê bang li dewleta Tirk û PDK’ê kir û got: ''Vî şerê qirêj bi dawî bikin. Hûn nikarin vî gelî bi qetilkirin û girtinê bi dawî bikin. Barzanî vî şerî qirêj bi rê ve dibe û şerm nake dibêje ez Kurd im jî. Şerm e guneh e…’’
Gunay, bi bîr xist ku cenazeyên 5 HPG’yiyên li Xelîfanê şehîd bûne PDK hêj nedane malbatên wan û wiha peyivî: “Gel li kolanan cenazeyên xwe dixwaze. Şerm bike, cenazeyê van dayikan bidê. Dayik di cejnê de jî di Roja Dayikan de jî li benda cenazeyê zarokên xwe ne. Dayik dixwazin zarokên xwe hembêz bikin. Lê em nikarin bigihin zarokên xwe. Qey tu şerm nakî?”
MA/MÊRDÎN