'PDKʼê bersiva me a ji bo hevdîtinê nedaye'

Şemî 12 Hezîran 2021 - 05:48

  • Hevseroka KNKʼê Zeynep Mûrad der barê hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de agahî dan û da zanîn ku alî hemû erênî nêzî meseleyê bûne. Lê heta niha PDKʼê bersiva wan a ji bo hevdîtinê nedaye. Mûrad xwest ne tenê alî daxuyaniyan bidin divê gav biavêjin.

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad diyar kir ku armanc û daxwaza wan a sereke ji tevayî aliyên Kurdî ew e ku helwestek neteweyî li dijî dagirkeriya Tirk nîşan bidin. Murad got, cihê şanaziyê ye ku hemû alî bi erênî nêzî daxwazên wan dibin. Her wiha diyar kir ku wan daxwaz ji PDK’ê kiriye hevdîtinekê pê re pêk bînin, lê heta niha PDK’ê bersiv nedaye wan.
Ji 20’ê Gulanê ve şandeya KNK’ê di bin serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad de li Başûrê Kurdistanê ye, li gel aliyên siyasî, rêxistin û kesayetên Başûrê Kurdistanê gelek hevdîtin pêkanîne.

Dagirkerî berfireh dibe

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, di hevpeyvînek taybet de li gel Rojnews’ê de qala hevdîtinên xwe kir û got: “Armanca me ya sereke guftûgokirina li ser rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî metirsiya leşkerkêşana dewleta Tirk e. Ji ber ku hûn dibînin roj bi roj dagirkeriya dewleta Tirk berfirehtir dibe. Ji ber wê me pêwîst dît ku em helwesteke neteweyî û yekgirtî li dijî vê dagirkeriyê pêkbînin. Em teqez alîgirê diyalogê ne, ji ber ku pirgirêk qet ne di xizmeta gelê Kurd de ne. Ger îro artêşa Tirk van çiyayan derbas bike, wê heta Kerkûkê here.”

Yekdengî û yekrêzî divê

Zeyneb Murad li ser helwêsta rêxistin, partî û kesayetên Kurd agahî da û got: “Cihê şanaziyê ye ku heta niha alî hemû yên ji vê rewşa metirsîdar agahdarin bi erênî nêzî vê daxwaza me dibin. Alî jî hewce dibînin ku em xwedî helwest bin. Lê divê helwesta me yekgirtî û yekrêz be. Alî hemû piştgirê hewildanên KNK’ê ne, û pêwîst dibînin. Pêwîst e ku em hemû bi yek dengî û yekrêziya nava mala Kurd bibin bersivek ji bo van êriş û dagirkeriya li ser Kurdistanê.”

PDKʼê bersiv nedaye

Hevseroka KNK’ê di dewama axaftina xwe de destnîşankir ku Kurd çiqas parçe parçe bin, wê ewqas lewaztir bibin û wê dijmin jî hên hêsantir bikare bigihe armancên xwe. Zeyneb Murad got, ji bona wê jî Kurd her pêngavek ber bi yekrêziyê ve bavêjin, wê dijmin jî hîn zêdetir hewil bidin parçebûnê têxin nava gelê Kurd de. Em ti ferqê naxin nava aliyên siyasî. Bêyî cûdahî me daxwaznameya hevdîtinê ji hemû aliyan re şandiye. Lê mixabin hinekan heta niha bersiva me nedaye. Bi taybet li Hewlêrê me gelek xwest em li gel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hevdîtin pêkbînin. Lê mixabin heta niha bersiva daxwaza me ya ji bo hevdîtinê nedaye.”
Der barê bersivnedana PDK’ê de Zeyneb Murad got, “Sedemê bersivnedana wan em nizanin, heta niha tiştek ji me re negotine, lê em ji ber vê nêzîkatiya wan bi fikarin. Em dibînin ku hewildanek heye da ku nakokî di nava aliyên Kurdî de hîn zêdetir bibin. Dewleta Tirk jî hemû valehiyekê vedigerîne fersendê ji bo ku nakokî û şerekî navxweyî têxe nava Kurdan.”

Divê gav were avêtin

Der barê helwesta aliyên siyasî ya li dijî dagirkeriyê de jî Hevseroka KNK’ê got; “Ti alî ji rewşa heyî razî nîne û dagirkeriya Tirk weke metirsiyeke mezin bi nav dikin. Lê ya girîng ew e ku em ê çawa bi hemahengî li ber vê dagirkeriyê rabin. Ji ber ku îro dewleta Tirk ti bendê li pêşiya xwe nas nake. Li gorî me helwêst tenê bi dayîna daxuyaniyan nabe. Divê di pratîkê de gav werin avêtin. Pêwîst e ku em destpêkê pirsgirêkên xwe yên navxweyî derbas kin û zemîn ji bo diyalogekê çêkin.”

Di dawiyê de jî Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad ev daxwaz ji aliyan kir; “Em daxwaz dikin ku pêvajoya diyalogê berdewam be û zemînek ji bo diyalogê pêk were. Ji bo wê daxwaz ji hemû aliyên siyasî dikin her kes bi rola xwe rabe da ku bikarîn vê pêvajoya diyalogê pêk bînin. Ji ber ku şerê di nava du hêzên Kurdî de nakeve xizmeta ti aliyekî din ê Kurdî de.”

ROJNEWS/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.