- Tevî hewldanên PDK´ê yên astengkirina heyeta navneteweyî ya ji bo aştiyê hemûyan jî heyetê doh li Hewlêrê dest bi hevdîtinên xwe kir û da xuyakirin ku ew ê biçe deverên şer, çavdêriyan bike û raporên xwe amade bike da ku bêdengiya navdewletî bişikîne.
Heyeta Aştiyê ji bo balê bikişînin ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û pêşî li êrişeke PDK´ê li dijî gerîlayên Kurdistanê bigire, tevî astengiya jî xwe gihand Hewlêrê. PDK´ê dor li otela endamên heyetê lê, girt û nehişt ku heyet li ber avahiya nûneriya NY´yê ya li Hewlêr daxuyaniyê bide. Heyeta Aştiyê ya ku qederê 100 endamên wê gihiştin Hewlêrê, behsa armanca hatina xwe kir û ji bo piştgirîyê bang li raya giştî civaka navneteweyî kir.
Qederê 150 aktîvîstên ji Delegasyona Navneteweyî ya ji bo Aştî û Azadiyê ya li Kurdistanê, îna bihurî ji welatên cuda yên Ewrûpayê berê xwe dan Hewlêrê. Elmanyayê di navê de parlamentera eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir jî 17 endamên heyetê asteng kirin û nehişt biçin Başûrê Kurdistanê. PDK´ê jî qederê 25 endamên heyetê ku di nava wan de siyasetvan Demîr Çelîk, rojnamevan Frederike Geerdink jî hebûn, dersînor kirin. Endamên Heyetê armanca hatina xwe ya li Herêma Kurdîstanê anîn ziman.
Em nikarin bêdeng bimînin
Aktîvîstên jin ên tevgera femînîst a bi navê 'Gemeinsam kaempfen' (Têkoşîna hevpar) û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (Cenî) peyamek bi dîmen weşandin û behsa girîngiya têkoşîna jinan a ji bo aştiyê kir. Jinan diyar kir ku ji bo pêşî li şerekî muhtemel ê navbera hêzên Kurdan bigirin, ew hatine herêmê û wan destnîşan kir ku ji bo aktîvîstên femînîst sekna rabûna li ber şer gelekî girîng e.
Marlene û Franzî jî du aktîvîstên di heyetê de ne, wan di peyamê de got, dewleta Tirk di şerê li herêmê de çekên kîmyewî jî bi kar anîne û bi her awayî sûcên şer kirine. Heyetê got, hikûmeta Elman xwe bêdeng dike û wiha dewam kir: "Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, em ne ew mirov in ku li pêşberî van sûcan bêdeng bimînin."
Sîvîl tên qetilkirin
Aktîvîstên rêxistina Ciwanên Çep (links jugend-solid) jî got, sûcê şer li vê herêmê weke parçeyekî jiyana rojane her roj tê kirin: "Dewleta Tirk a endama NATO'yê, zêdeyî mehekê ye ku bombeyan li xaka Başûrê Kurdistanê dibarîne û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Bombe li gundan tên barandin, sivîl tên qetilkirin. Nepêkan bû ku li hemberî vê yekê em bêdeng bimana.“
Ji bo aştiya Kurdan
Aktîvîstên aştiyê yên kampanya "Rheinmetall Entwaffnnen (Bêçekkirina Rheinmetallê)" jî têkildarî sûcên şer ên dewleta Tirk axivîn: "Ev sûc bi çekên Elman têne kirin. Ji ber vê yekê me nexwest bêdeng bin.. Em alîgir in ku li parçeyên Kurdistanê hemûyan şer bi dawî bibe û gelê Kurd di nava aştiyê de bijî."
Senatorê Koma Welatiyan a Komarger û Komunîst a Fransayê û Alîkarê Serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent, weke endamekî heyeta aştiyê çû bajarê Hewlêrê û hevdîtin kirin. Laurent got, "Ji bo nerazîbûnê nîşanî bêdengiya çapemeniya Ewrûpa û Fransayê bidin em li vir in. Hem ji bo piştevaniya xwe nîşan bidin, daxwaza rawestandina êrişan bikin, agahiyan werbigirin û piştî vegerê, bikin ku dîwarê bêdengiyê yê li Fransayê û Ewrûpayê bê hilweşandin, em hatin vir."
Destûra daxuyanîyê nedan
Endamên Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî, doh piştî hîn hevdîtinan xwestin ku li pêşiya Avahiya Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê daxûyaniyekê bidin. Asayîşa Hewlêrê nehişt ku Heyet daxûyaniyê bide. Bi ser de jî hêzên asayîşê dora otela ku heyet lê dimîne, girt. Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî tevî hemû astengiyên asayîşa Hewlêrê, doh li pêşiya otela ku lê dimîne, der barê kampanyaya navneteweyî de daxûyaniyek da çapemeniyê. Şandeyê da zanîn ku ew ê biçe serdana herêmên ku dewleta Tirk dagir û wêran kirine û gundên hatine valakirin û gundiyên ku ji ber êrîşan zirer li wan bûye. Endamên şandeyê wekî din gotin, ew dixwazin bi çavdêrî û raporên xwe, dagirkeriya Tirkiyeyê ragihînin civaka navnetewî û sûcên Tirkiyê bixin rojeva cîhanê.
Heyetê helwêsta PDK´ê bi çalakiyeke rûniştinê şermezar kir.
Piştgiriya Şandeya Aştiyê
Li gelek deveran çalakiyên piştgiriya bi Şandeya Aştiyê re hatin lidarxistin. Yek ji wan jî hildanan pankartên li ser wan nivîsandî "Piştriya bi Şandeya Aştiyê re" ye. Li gelek deveran komên piştgiriyê wêneyên xwe yên bi vê pankartê girtin û li ser medya civakî re gihandin endamê komê. Eynî weke vê koma ji Hamburg Altonayê.