ŞAHÎN BOZLAR/MAINZ
Lale Koçgun albuma xwe ya duyem ‘Paydâ’ derxist. Di albumê de 12 stranên bi Kurmancî, Kirmanckî, Tirkî û Ermenkî hene. Album ji sibe û pê ve wê li bazarên muzîkê hemûyan û li ser platformên dijîtal peyda bibe.
Leyla koçgun albuma xwe ya yekê Sırrı Dem’ sala 2015´an derxistibû. Di albuma nû de 7 stran beriya niha hîç nehatine weşandin. Di albumê de gelek stranên bê amadekarî hatine gotin jî hene. Di albumê de carinan keçên Lale, carinan dayik û kesûkarên wên yên din weke vokal refaqetî wê dikin.