• Hiqûqnas Derya Mihemed: Ji bo ku PDK dev ji van kiryarên xwe berde, divê partiyên din ên siyasî li ser mijarê xwedî helwêst bin. Ji bo ku edaletek pêk bê, divê li Kurdistanê dengek bilind bibe. Parlamen bêdeng nemîne. 

ÎDRÎS KARA 
MEXMÛR

 

Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê, di 10’ê Hezîrana 2021’an de dema saet di 03.00’an de diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn girtin. Piştî 50 rojan Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê hatin berdan. Lê Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen bêyî hincetekê, nehat berdan. 

Li Herêma Kurdistanê bi dehan kes bêyî ku biryara dadgehê ya binçavkirinê ji bo wan hebe, tên binçavkirin. Li ser mijarê hiqûqzan Derya Mihemed, parêzer Peyman Ezedîn û Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyeyê ya Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên ji me re axivîn.

Hiqûqnas Derya Mihemed îşaret bi sê erkên desthilatê kir ku li welatên demokratîk hene, yanî desthilata bicihanînê (hikumet), desthilata qanûnçêkirinê (parlamen) û ya dadweriyê. Derya Mihemed got, li Iraqê desthilata dadweriyê heye û li gorê destûrê serbixwe ye: “Li gorî vê destûrê nabe ti hêzek ji dadgehê mezintir yan jî di ser dadgehê re be. Divê hakim serbixwe bin û nabe ji bilî qanûnê hêzeke din fermanê bide. Li Iraq û Herêma Kurdistanê jî, ev qanûn tenê li ser rûpelê kaxezê hene, weke heyî nayên bicihanîn. Em dibînin niha desthilata dadweriyê ne serbixwe ye, heger piştgiriyek li pişta hakim nebe, nikare bibe hakim.”

Derya Mihemed

 

Bê biryara dadger neqanûnî ye

Derya Mihemed behsa mafê kesên tên binçavkirin dike û dibêje; “Li gorî destûra Iraqê kesê tê binçavkirin, divê di nava 24 saetan de îfadeya wî/wê were girtin. Îfade jî divê ji aliyê hakim ve bê girtin, kesên têne binçavkirin heta dernekevin pêş dadgehê, ti sûc li ser wan nîne. Nabe bêyî biryara hakim ti kes lêpirsînê bi kesên binçavkirî re bike. Ya herî girîng jî li gorî qanûnê nabe ti hêz û aliyekî siyasî biçe û xelkê bigire. Tenê polês dikarin welatiyan binçav bikin. Ew jî dikarin vê yekê bi biryara dadger bikin. Nabe bi ti awayî ji kesên binçavkirî, îfadeya bi zorê were girtin, yan jî neçarî axaftinê bên kirin. Kesê binçavkirî, dikare mafê xwe yê nepeyivînê bi kar bîne. Divê tohmet hemû jî zelal û xwedî delîl bin. Mafê îtirazê yê kesên binçavkirî heye.”

Li Başûr qanûn nînin

Hiqûqnas Derya Mihemed dide zanîn ku li Herêma Kurdistanê qanûn weke xwe nayên bicihanîn, hizbên siyasî ji ber dengê azad û fikrê cuda gelek caran welatiyan binçav dikin. Ew dibêje, dema welatî tên binçavkirin jî miameleyeke xirab bi wan re tê kirin.

Derya Mihemed li gorî hiqûqa navneteweyî jî behsa binçavkirinên li Herêma Kurdistanê dike, nexasim jî binçavkirina nûnerên partiyên siyasî. Derya Mihemed dibêje, li gorî qanûnên navneteweyî nabe dîplomatek bê binçavkirin, bikeve ber lêpirsînê û bê teftîşkirin.

Mihemed qala binçavkirina Nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê yên li Hewlêrê dike û wiha dewam dike; “Mixabin li Kurdistanê binçavkirina nûnerên Rêveberiya Xweser, hem berevajiyê hiqûqa navnetewî ye, hem jî berevajiyê hiqûqa navxweyî ya li Herêma Kurdistanê ye. Hakim ti biryara binçavkirinê ji bo van kesan nedaye, ew tenê bi desthilatiya hizbekê [PDK] hatine girtin. Di heman demê de ne ji aliyê polîsan ve jî hatine binçavkirin, ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine binçavkirin. Ev bi xwe jî rasterast berevajiyê qanûnê ye.”

Ka parlamen?

Hiqûqnas Derya Mihemed di dawiyê de dibêje, binçavkirina nûneran, cezakirineke siyasî ye: “Ev binçavkirin hesabnekirina partiyeke din a siyasî, yan jî tinehesibandina yekîtiya dengê Kurd e. Li dijî yekrêziya nava Kurdan e. Ji bo ku hizba desthilat dev ji van kiryarên xwe berde, divê partiyên din ên siyasî li ser mijarê xwedî helwêst bin. Qanûnên niha ji bo kesên hejar lê ne, ev qanûn li ser kesên derveyî desthilatê û bê pişt ferz in. Qanûn li ser kesên xwedî hez û serwer, ne lê ne. Ji bo ku edaletek pêk bê, divê li Kurdistanê dengek bilind bibe, nexasim jî parlamena Herêma Kurdistanê li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemîne.”

Peyman Ezedîn

Belesebeb binçav dikin

Parêzer Peyman Ezedîn jî li ser heman mijarê dibêje, nabe ti kes bê biryara dadger were binçavkirin. Peyman Ezedîn dide zanîn ku gelek kes têne binçavirin, lê nayê zanîn ji ber çi hatine binçavkirin. Peyman dibêje, kesên bi vî awayê têne binçavkirin, dibe ku bên kuştin, wendakirin yan jî bên berdan. 

Serweriya hiqûqê nîne

Peyman Ezedîn di dewamê de dibêje, binçavkirina nûnerên Rêveberiya Xweser, binpêkirina qanûnan e: “Tenê ji ber ku kesên siyasî û li dijî PDK’ê ne, hatine binçavkirin. Ev binçavkirineke siyasî ye, lê ne qanûnên Iraqê, ne jî yên navneteweyî rê nadin vê. Ya niha li Herêma Kurdistanê jî tê kirin, ne hiqûq e û ne jî serweriya hiqûqê ye. Ev yek desthilata hizbî ye, ne qanûnî ye.”
Parêzer Peyman Ezedîn behsa bandora binçavkirina nûnerên partiyên siyasî ya li ser Herêma Kurdistanê dike û dibêje, “Di raporên Mafê Mirovan yên navneteweyî yên li ser Herêma Kurdistanê de, her tim tê gotin, li Herêmê hiqûq ne serwer e, binpêkirinên mezin li hemberî mafê mirovan hene, li Herêma Kurdistanê hizb desthilat in.” 

 

Nûrşan Hisên

Parêzer xwe nadin ber dozê

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyeyê ya Başûr Nûrşan Hisên jî li ser mijarê ji me re peyivî. Ew dibêje, di mijara binçavkirina nûnerê wan de, ti tişta hiqûqî nîne: “Ji ber ku binçavkirina wan bê biryara qanûnê ye, agahî nedane. Û heta niha jî ti sûc li ser nûnerê Rêveberiyê nehatiye dîtin. Nedane dadgehê, ji ber ku nadin dadgehê, parêzer jî nînin. Heta niha parêzer nikarin biçin dozê vekin, ji ber ku hîn jî asayîşê ew ragirtine. Me bi gelek parêzeran re peywendî çêkir, parêzer ditirsin û dibêjin, em nikarin van dozan bişopînin. Dibêjin, em ê jî werin girtin, parêzer dibêjin ti sûcek wî nine ku heta ku em parêzeriyê bikin.” 
Nûrşan Hisên balê dikişîne ser tendirustiya nûnerê Rêveberiya Xweser ê PDK´ê revandî, Cîhad Hesen û dibêje, “Rewşa wî ya tendirustiyê gelek ne baş e, ji ber ku 2 caran tenê çend deqe bi malbatê re axiviye. Cîhad Hesen gotiye, rewşa min gelekî ne baş e û heta niha jî ti sûcê min nînin û nedîtine.” 

Nûrşan Hisên jî li ser binpêkirina hiqûqa Başûr bixwe dibêje; “Mixabin PDK di vê mijarê de li gorî qanûnên Başûr tevnagere. Qanûn li cem PDK’ê nînin. Li Swîsreyê nûnertiya me bi fermî vedibe, li milekî li welatekî Ewrûpayê nûnertiya me vedibe, li milê din jî li parçeyekî Kurdistanê, nûnerê me di bin çavan de ye.”