'Operasyona Tolhildanê' xurt bikin

Pêncşem 26 Çile 2023 - 01:06

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser 'Operasyona Tolhildanê' ya ku li Şengalê li dijî sîxurên MÎT´ê û yên PDK’ê hatiye destpêkirin, daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de Cejna Çilê Zivistanê hate pîrozkirin û hate xwestin ku cejn bibe wesîleya vegera xelkê Şengalê li cih û warê xwe.

Rêveberiya Xweser bi bîr xist ku operasyon li dijî kesên bûne dijminê koka xwe û hevkariyê bi dijmin re dikin, hatiye destpêkirin.

 

Êzîdiyan xiyanet li ola xwe nekiriye

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em vê operasyonê weke gaveke girîng dibînin û bang li tevahiya civaka xwe dikin da ku bi hêza xwe hemûyî piştgiriya vê operasyona taybet bike."

Rêveberiyê diyar kir, ku civaka Êzîdî ti carî xiyanet li ola xwe nekiriye, ji bo parastina ol, çand, zimanê xwe bi hezaran salan berdêl dane û destnîşan kir ku kesên destê wan di xwîna civakê de heye û bûne sedema şehîdkirina pêşengên civakê, ji Êzdayetiyê derketine.

 

Divê ciwan nekevin xefika dijmin

Rêveberiyê got, divê civak kesên bi vî rengî neparêze û têkildarî wan agahiyan bide hêzên ewlekariyê.

Di daxuyaniyê de careke din bang li ciwanan hate kirin da ku nekevin xefika PDK'ê û neyaran û hate gotin, kesên bibin hevkarê dijmin, civak wê hesab ji wan bixwaze.

Di dawiya daxuyaniyê de serketin ji hêzên leşkerî re hate xwestin û ji bo wan hate gotin, "Şengal bi saya we aram e. Bi saya hêzên xwe yên leşkerî, em dikarin li ser xaka xwe bimînin û cejnên xwe pîroz bikin."

ANF/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.