Ocalan qedexe nabe

Nûçeyên Dîaspora

în 16 Çiriyê 2020 - 23:44

  • Dadgeha bilind a îdarî ya Munsterê, sînordarkirin û qedexekirina hilgirtina posterên Ocalan weke binpêkirina qanûnê dît. Polêsê Kolnê êdî wê nikaribe zilma xwe li ser çalakgeran ferz bike.

FEHMÎ KATAR

 

Li Elmanyayê, Dadgeha Bilind a Îdarî a Munsterê biryar da ku sînordarkirina posterên Ocalan bi destê polêsên Kolnê, ne qanûnî ye. Polêsê Kolnê, di çalakiyên ji bo azadiya Ocalan de dixwest hejmara poster, pankart û alayan sînordarkirî be û ev yek li ser KON-MEDʼê ferz kir. Li ser vê yekê, mijar çû ber Dadgeha Îdarî. Piştî ku polês li ber biryara îdarî jî rabû, doz çû ber dadgeha bilind a îdarî ya Munsterê. Dadgeha bilind a îdarî jî pêkanînên polêsê Kolnê li dijî qanûnê dît û li gorî vê biryar da ku nabe hejmara postêrên Ocalan di çalakiyên ji bo azadiya wî de bê sînordarkirin.
10ʼê Cotmeha bihurî Roja Cîhanî ya Azadî ji Ocalan re bû û li ser banga KON-MEDʼê li Kolnê jî meşeke protestoyî wê bihata lidarxistin bi slogana "Dawiyê li şertûmercên tecrîdê yên li Îmraliyê bînin. Dem hatiye, ji Ocalan re Azadî". Gava ku miracaeta ji bo destûra çalakiyê tê kirin, polês li ser organîzatoran dixwaze ferz bike ku hejmara wêne û posterên Ocalan sînordar bike. Organîzator li ber vê rabûn û doza xwe birin dadgeha îdarî. Dadgeha îdarî pêkanîna polês li dijî qanûnê dît. Li ser vê Rêveberiya Polêsê Kolnê li ber biryarê rabû û doz bire Dadgeha Îdarî ya Bilind a Munsterê.

Destûra bingehîn binpê dike

Di rûniştina 9ʼê Cotmehê de Dadgeha Bilind îtîraza polêsê Kolnê red kir û bal kişand ser Destûra Bingehîn û xala wê ya 5ʼan. Ev xal ya azadiya xweîfadekirinê ye. Dadgehê piştre got, sînordarkirina alayên posterên Ocalan li ser wan hatiye çapkirin, li dijî hiqûqê ye. Dadgehê xwest azadiya xweîfadekirinê bê misogerkirin. Di biryarê de hat gotin, nabe ku hilgirtina posterên Ocalan weke sûc bê hesibandin.
Dadgehê wekî din got, di çalakiyên li ser rewşa hepsîbûnê ya Ocalan de bi ti awayî ev poster nabe bên qedexekirin û hingê nabe ku resmên Ocalan weke sembolên PKKʼê bên dîtin. Dadgehê ev îfade bi kar anî: "Heger şîara sereke a çalakiyê şert û mercên Ocalan ên di hepsê de bin, divê derfeta çalakgeran hebe ku bi ala, poster, afîş, pankartan û navgînên weke van çalakger karibin balê bibin ser Ocalan.”

Îtîraza polês ne lê ye

Rêveberiya Polês a Kolnê di îtîraza xwe de gotibû, "Biryareke bi vî rengî, çalakger dikarin ji bo hilgirtina wêneyên Ocalan bikin hincet û ji niha û pê ve vê bikin adet". Dadgehê ev îtîraz qanehker nedît û ne lê hesiband. Polês her weha ji bo xwe biparêze got, wan berê gelek caran sînordarkirina hejmara wêneyên Ocalan weke şertê çalakiyê ferz kiriye û ev guncaw bûye. Lê dadgehê ev yek jî red kir û ne di cih de dît.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.