Nûnertî serdanên sersaxiyê qebûl dike
Duşem 20 Hezîran 2022 - 21:39
- Li Nûnertiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyê ya li Silêmaniyê, serdanên sersaxiyê yên ji bo şehîd Ferhad Şiblî qebûl dike.
Li Nûnertiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyê ya li Silêmaniyê, serdanên sersaxiyê yên ji bo şehîd Ferhad Şiblî qebûl dike.
Li Nûnertiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriye ya li Silêmaniyê serdanên sersaxiyê ji bo Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî tên qebûlkirin. Doh sibehê nûnerên partî û rêxistinan jî di nav de bi dehan kes çûn nûnertiyê û sersaxî ji rêveberiya Xweser û Kurdistanê re xwestin. ji bo şehîd Ferhad Şiblî Serdanên sersaxiyê îro jî tên qebûlkirin.
Dewleta Tirk a dagirker 17’ê Hezîranê bi balafireke bê mirov û bi çek li Kelarê wesayîtek bombe kir. Di encama êrişê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî û 3 kesên din şehîd bûbûn.
ROJNEWS/SILÊMANÎ