- Mîthat Sancar: Yekîtiya neteweyî heyatî ye. Nûnerên siyaseta Kurdan û mafên wan her tim di bin gefan de ne, neçar in li ser xetekê li hev bikin. Li hev kirin û li ser armancek û rêbazan hevparbûn, berpirsiyariya dîrokî, siyasî û heta exlaqiye jî.
Li Bakûrê Kurdistanê 8 partiyên Kurd ên ku ji bo hilbijartinên 2019’an Tifaqa Kurdistanî ava kiribûn, li Amedê civiyan. Piştî civînê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar da zanîn ku wan biryar e tifaqê mayînde bikin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçier, Alîcan Onlu, Nûsrettîn Maçîn û Nejdet Îpekyuz, li Otela New Garden a li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi nûnerên partiyên Kurd re yên di Tifaqa Kurdistanî de civiyan.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û nûnerên Komeleya Kurd a Demokratên Şoreşger (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Kurdên Demokrat-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî beşdarî civînê bûn. Nûnerên partiyan di civînê de li ser yekîtiya kurd nîqaş kirin.
Piştî civînê Hevserok Mîthat Sancar û nûnerên partiyên Kurdbi hev re daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş bi Kurdî daxuyanî da û Hevserok Mîthat Sancar jî bi Tirkî daxuyanî da.
Em li hev germ dibin
Kardaş got, “Ji bo xeta siyaseta neteweyî li bakur mayînde bikin û bi şiklekî stratejîk pê dakevin, em civiyan. Em dixwazin bidin nîşan ku me ew zêhniyeta dibêje, Kurd nabin yek şikandiye. Bawer bikin ku em hînî hev dibin û hêdî hêdî bêhtir hevdû nas dikin û li hev germ dibin. Em ê mizgîniyên xweş bidin gelê Kurdistanê. Ku va me li Bakur xeta neteweyî ava kir.
Hin partiyên ku li vir li derve mane jî em dîsa bi israr li ser wan disekinin, em bang li wan dikin ku beşdarî xebata me bibin. Em ê biçin serdana wan. Em bi hêvî ne. Heger ew bi ser bikevin em ê jî jê hêzê bigrin. Ev yekitî înşalah bi ser bikeve.”
Yekîtî heyatî ye
Piştî Kardaş, Sancar peyivî û got, “Îro em bi partiyên Tifaqa Kurdistanî re hatin cem hev. Civînek pirr erênî û baş bû ji bo me. Me biryara mayîndekirina platforma xwe ya li ser tifaqa hilbijartinê da. Me li serê li hev kir, platforma me wê hevpar tevbigere. Civîna me ya îro gava pêşî ye. Dîroka civîna me ya paşê wê sekreterya me ya heyî diyar bike. Di wê civînê de biryara me ya îro, wê bibe xaleke tenê ya wê rojevê. Ji bo me biryar û civîn gelek girîng e.
Ji bo me HDPʼê meseleya Kurdan a yekîtiyê heye. Yekîtiya neteweyî heyatî ye. Nûnerên siyaseta Kurdan û mafên wan her tim di bin gefan de ne, neçar in li ser xetekê li hev bikin. Li hev kirin û li ser armancek û rêbazan hevparbûn, berpirsiyariya dîrokî, siyasî û heta exlaqiye jî."
Çûn Sûrê
Piştî daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê HDPʼê Mîthat Sancar, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên BDP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê û nûnerên partiyên Kurdistanî çûn Sûrê û li wir çûn serdana dikandaran. Şandeya partiyên Kurd li ber Mizgefta Mezin ya li Sûrê rûnişt û bi xelkê re sohbet kir.
MA/AMED