Mihrîcana Hunerê Zarokan didome
Şemî 4 Îlon 2021 - 10:28

Mîhrîcana Hunerê Zarokan a 6’an doh di roja diduyan de li ser dika Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a Rimêlanê dewam kir.
Mihrîcan bi diruşma “Aştî bi xemla zarokan bedew dibe” li dar dikeve. Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Demokratîk mihrîcanê li dar dixe.
Di roja diduyan de doh bi sedan zarok û malbatên wan ên ji Girkê Legê û gundên wê amade bûn.
Koma Aştiyê ya Til Koçerê şano û stran pêkşkêş kirin, Koma Şehîd Dîlan a govendê ya ji Amûdê, Koma Kulîlkên Kurdistanê ya stranan a ji Dêrikê, Koma Emel a şano ya ji Til Hemisê, hunerên xwe pêşkêş kirin. Her wiha Koma Deha a govendê ya ji Cezayê, Koma Şehîd Dilgeş a ji Tirbespiyê û Koma Şehîd Viyan a ji Maşûq û Koma Abirî stran pêşkêş kirin.
Çalakiyên doh bi stranên Koma Zarokên Girbawî bi dawî bû.
ANHA/QAMIŞLO















