• Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Îştar a Wargeha Mexmûrê, Leyla Arzû Îlhan piştrast kir ku PDK`ê kesên revandî yên ji wargehê bi girtiyên DAIŞ`ê re di hepsa Hewlêrê de radigire û xwest wan tavilê berde.

ŞERVÎN MISTEFA
ANHA/MEXMÛR

 

PDK`ê di 11'ê Cotmehê de 20 sivîl ji Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) a li Başûrê Kurdistanê revandibûn. Li gorî endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Îştar, Leyla Arzû Ayhan, kesên revandî di hepsa li Hewlêrê de bi çeteyên DAIŞ`ê re têne ragirtin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê ji 18`ê Tîrmeha 2019`an ve dor li Wargeha Mexmûrê girtiye.
Di nava kampê de qederê 12 hezar penaberên ji Bakurê Kurdistanê dimînin. Wargeh bi ser Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ye. Heta niha komîseriyê ti helwêst li hember dorgirtina li wargehê ya bi destê desthilatdarên PDK`ê nîşan nedaye. UNHCR´ê ji 2015`an ve ti alîkarî jî nedaye penaberan.
PDK`ê li dijî çalakvan, rojnamevan û akademîsyenên li Başûrê Kurdistanê yên ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê xwepêşandan li dar xistine, pêleke girtinê daye destpêkirin. Tevî vê PDK`ê 11`ê Cotmehê, 20 kes ji wargeha penaberan a Mexmûrê revandin.
Ruxmî bangawaziyên li ser hev ên meclîsa wargehê li saziyên sivîl, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Heyva Sor a Navneteweyî re, ji bo serbestberdana kesên revandî jî, PDK`ê heta niha ew serbest nekirine.

Bi çeteyên DAIŞ´ê re di heman hepsê de

Têkildarî mijarê endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Îştar (Meclîsa Jinan) a Wargeha Rustem Cûdî, Leyla Arzû Îlhan piştrast kir ku PDK`ê kesên revandî yên ji wargehê bi girtiyên DAIŞ`ê re di hepsa Hewlêrê de radigire.
Leyla Arzû Îlhan destnîşan kir ku hikûmeta Başûr piştî zexta ku li ser wan hatiye kirin, ji 5 rojan ve tenê 4 kesên revandî serbest berdane. Lê ji ber ku di hepsa çeteyên DAIŞ`ê de diman, rastî tundiya derûnî û bedenî hatine.
Leyla Arzû piştrast kir ku girtina ciwanên Kurd bi çeteyên DAIŞ`ê re di heman hepsê de, şerm e û cihê şermezarkirinê ye. Leyla bang li PDK`ê kir ku kesên revandî yekser berde, ji ber ku ti sûcê wan nîne.

Kopiya zilma dewleta Tirk e

Leyla Arzû Îlhan, bal bire ser têkiliyên di navbera PDK û dewleta Tirk a dagirker de û diyar kir ku ev têkilî bi awayekî dijwar bandorê li wargeha Mexmûrê dike. Wê got, kirinên PDK`ê yên li dijî gel û civakê li Başûr kopiyeke kirinên AKP`ê yên li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye.
Çeteyên DAIŞ`ê di Tebaxa 2014`an de bi dijwarî êrişî Wargeha Mexmûrê kiribûn li gel ku êrişî Şengalê kir û komkujî li dijî Êzidiyan kirin. Lê xelkê wargehê li hemberî êrişa DAIŞ´ê li ber xwe da û êrişên DAIŞ`ê şikandin.
Hêzên Pêşmerge yên PDK û hêzên Iraqê ji dora wargehê reviyan. Lewma, xelkê hêzên xweparastinê ava kirin û 3 rojan li hemberî êrişan li ber xwe da, êriş şikandin û nehiştin DAIŞ bigihîje Hewlêrê.
Xelkê wargehê niha dipirse, ka ciwanên wan çima di heman hepsa çeteyên DAIŞ`ê de tên ragirtin?