Komplo rûreş kirin, berxwedan silav kirin

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 14 Sibat 2021 - 17:00

  • Dawiya hefteyê li seranserê Ewrûpayê û heta bi Kanadayê bi çalakiyên girseyî bêbextiya navneteweyî ya 15´ê Sibatê hat rûreşkirin. Di çalakiyan de berxwedana gerîla ya li Garê jî hat silavkirin.

Komploya navneteweyî ya 15´ê Sibatê li seranserê dinyayê bi çalakiyan hat rûreşkirin. Meşên dirêj bi çalakiyên girseyî bi dawî bûn, û li gelek navendên dîasporaya Kurd lê çalakiyên cihê reng hebûn. Meşa ciwanên Kurdistanî û înternasyonalîstan a li Elmanyayê jî bi mîtîngekê li Freiburgê bi dawî bû.  
FREIBURG: Çalakiyê 5’ê Sibatê li bajarê Elmanyayê Hanauyê dest pê kiribû, û li bajarên Frankfurt, Mainz, Darmstadt, Mannheim, Esslingen, Stuttgart û Freiburgê dewam kiribû. Meşa dirêj li Freiburgê bi dawî bû. 15 jê Katalan û Spanî, 25 jê jî Elman bûn. Roja dawî ya çalakiyê li Freîbûrgê Kurdistaniyan û dostên wan çalakvanên meşa dirêj tenê nehişt û wan jî bi meş û mîtîngê komplo şermezar kir. Di mîtîngê de hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç got: “Em gerîlayên li Garê şer dikin silav dikin. Em Kurdistanî û dostên me yên înternasyonalîst bi hev re, heya azadbûna Rêberê me em ê li meydanan bin.”
HEILBRONN: Kurdistanî û dostên wan bi banga Navenda Civaka Kurd li Meydana Harmonieyê civiyan, û salvegera 22´yan a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan protesto kirin. Axaftvanan diyar kir ku komploya navneteweyî bi êrişên cuda dewam dike, û bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd komplo hemû wê bên pûçkirin
BREMEN: Li vî bajarê Elmanyayê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên ji derdora Hamburg, Kiel, Lubeck û Oldenburgê tevlî çalakiya protestoyê bûn. Çalakiyê ji HBF’a Bremenê dest pê kir. Beriya meşê, hevserokê FED-DEM’ê Saît Bîlgîn got, komploger ti carî bi ser neketine. Li ser navê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê û NAV-YEK’ê jî komplo hate şermezarkirin. Meşa bi pêşengiya NAV-YEK, CÎK, Tevgera Jinên Azad û FED-DEM’ê bi mîtînga li pêşiya Parlamena Bremenê bi dawî bû.
DUSSELDORF: Li paytexta NRW´yê bi pêşenigiya FED-MED û YJK-E NRW´yê bi dirûşmeya ji Ocalan re Azadî meşeke 2 rojan hatibû organîzekirin. Li ser êlegên meşvanan dinivîsî ‘Ji Ocalan re azadî’ û wan meşa xwe ji ber parlamena eyaletê ya li Dusseldorfê da destpêkirin. Çalakgeran berxwedana gerîla li dijî rişên dagirkeriyê yên li dijî Garê jî silav kir. Meş di roja diduyê de li ber DGB Hausê bi mîtîngê bi dawî bû. Li cihê mîtîngê Kurdistanî û dostên wan jî hazir bûn û meşvanên meşa dirêj pêşwazî kirin. Li vê derê Hevserokê FED-MED’ê Engîn Sever bal bire ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û tecrîdkirina 22 salan: “Ev tecrîd tenê ne li hemberî Rêber Apo ye,  li ser gelên Rojhilata Navîn hemûyan pêk tê. Îro jî bi êrişên dagirkeriyê dixwazin wê dewam bikin. Ev komplo di heman demê de komployeke NATO’yê ye. Di sala 22’yan de em bi hêz tevlî pêngava ‘Dema wê hatiye’ bibin û ji bo azadiya Rêberê xwe em ê têkoşînê xurt bikin.”
STUTTGART: Ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Stûttgartê meşeke dirêj a 2 rojan hatibû lidarxistin. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Meş bi mîtîngê bi dawî bû. Di mîtîngê de hat gotin, dewleta Tirk li dijî Kurdan sûcê li dijî mirovayetiyê dike û Elmanya jî piştgiriyê dide vî sûcî. Di mîtîngê de êrişên li dijî Garê jî hatin şermezarkirin.
MARSÎLYA: Piştî meşa dirêj a başûrê Fransayê, li Marsîlyayê bi tevlîbûna bi hezaran kesan komploya navneteweyî hate protestokirin. Bi beşdariya Kurdên ji Marsîlya, Bordeaux, Toulouse û Drauignanê li Marsîlyayê meşeke dirêj hate lidarxistin. Kurd di destê sibehê de li St. Antioneyê hatin ba hev û maskeyên Rêber Abdullah Ocalan dan ber rûyê xwe. Meclîsa Jinan a Arîn Mîrxan ji bo kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ îmze kom kirin.
NANTES: Li vî bajarê Fransayê, bi çalakiyekê salvegera 22´yan a bêbextiya navneteweyî û êrişên dagirkeriyê hatin protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên ji bajarên Nantes, Rennes, Lorient û Vannesê, li Place du Commerceyê kom bûn. Di meşê de hem komplo hat rûreşkirin û hem jî berxwdana gerîlla ya dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk hat silavkirin. Piştî meşa 6 kîlometreyan dîsa li Place du Commerceyê mitîng hate lidarxistin.
GRAZ: Li bajarêAwusturyayê Grazê, li Herrengasseyê Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Garê şermezar kirin. Çalakgeran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Terorîst Tirkiye", "Dîktator Erdogan", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Jin, jiyan, azadî" gotin. Çalakgeran ji Neteweyên Yekbûyî re name şandin û jê xwestin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hewl bide.
KOPENHAG: Kurdistaniyên li Danîmarkayê bi meşa li paytext Kopenhagê, komploya navneteweyî protesto kir. Meşa dirêj bi banga NCDK’ê û Meclisa Jinan a Sêvê ji ber avahiya NCDK’ê dest pê kir. Kurdistanî û dostên wan ji semta Herlev heta ber Parlamena Danîmarkayê meşiyan. Axaftvananan di meşê de bal bire ser berxwedana li Garê jî. Xelkê çalakger li ber parlamena Danîmarkayê bi coş pêşwazî kir. 
ALLESSANDRIA: Li bajarê Îtalyayê Allessandriyayê komeleya "Ber bi Kurdistanê ve" çalakî li dar xist û li ser komployê belavok belav kirin. Serokê komeleyê Antonio Olivier hem êşkenceya li dijî girtiyên siyasî û hem jî êriûşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
TORONTO: Li bajarê Kanadayê Torontoyê, li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi karwanekî wesaîtan çalakiya protestoyî hate kirin. Li bajêr ji ber şewba koronayê tevdîr şidandî ne. Gelek kesan posterên Rêber Abdullah Ocalan, alayên tevgera azadiya Kurd bi wesayitên xwe ve kirin. Karwanê ji qederê 100 wesayitî çar saetan li nav kolanên herî şên bajêr geriya. Parlamenterê berê yê HDP'ê Kemal Aktaş jî îvarê tevlî panêla bi navê, ''Komploya 15'ê Sibatê, bandorên wê yên siyasî û stratejiyên serdema nû'' bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.