Kitêba edîbên Gulordê

Nûçeyên Çand/Huner

În 20 Mijdar 2020 - 02:06

  • Kerem Engîn xebateke berbiheve li ser edîbên sedsala 20´an ên gundê Gulordê nivîsiye û ev xebat weke kitêb niha ji Weşanên Sîtav derçû. Nivîskar bi Mewlûda Şerîf a Mela Ehmed û Guldesteya Mela Ebdulmecîd daketiye.

Tezeke li ser wêjeya Kurdî ya li Herêma Doskiyan, weke kitêb ji weşanên Sîtav derçû. Nivîskar Kerem Engîn, di kitêba bi navê "Li herema Doskiyan çend deqên edebiyata Kurdî" de behsa metnên edebî yên "du alimên" ji malbata Gulordî dike.

Di 294 rûpelan de nivîskar bi metnên Mela Ehmedê Gulordî, Mela Ebdulmecîdê Gulordî dadikeve. Herduyan jî metnên edebî yên helbestî afirandina di sedsala 20´an de, lê kêm hatine nasîn.

Axir ev her du alimên Kurmanciyê, ji gundê Gulort yan jî Gulord in. Ev gund îro ser bi Geverê ye û li warê Doskiyan e. Teza Kerem Engîn û ev kitêba ji teza wî peydabûyî, her du jî bi Mewlûda Şerîf a Mele Ehmed û Guldesteya Mela Ebdulmecîd dadikevin. Bi vî awayê xwe ev xebata pêşî ya berbiheve ye li ser vê mijarê.

Behsa çi dike?

Ev edîb û alimên ji gundê Gulordê mirov dikare weke şagirtên edîbên Kurd ên sedsalên beriya wan bibîne. Yanî ew şagirtên Mela, Feqî, Xanî, Melayê Bateyî û Pertew Begê ne. Lê wan li erdên lê yanî li warê Doskiyan berhemên xwe afirandine. Wan beytên xwe li welatê Doskiyan hûnandiye.

Herçî xelkê Gulordê ne, ji wan ê ku di sedsala 19´an de derdikeve pêş, siyasetvan Mela Huseyîn Doskî ye, ew ji pêşiyên malbatê ye jî. Ji malbatê edîbên paşê derketî,Mela Ehmed û Mela Ebdulmecîd in. Mela Ehmed alim e û hem jî edîb e. Bi mutewazîbûna xwe jî tesîr li ser civakê hiştiye. Ew dawiya sedsala 19´an hatiye dinê. Wî Mewlûda Şerîf bi Kurmancî nivîsiye. Wî bi Farisî jî li ser Şerê Yermukê kitêbeke helbestan nivîsiye. Di vê kitêbê de nivîskar bi Mewlûda Şerîf dadikeve.
Mela Ebdulmecîd jî ji edîbên muhim ê malbatê ye û hîna jî sax e. Gelek helbest nivîsandine û di teza xwe de Kerem Engîn bi dîwana wî ya bi navê Guldeste jî dadikeve.

Xelkî deverê van kesayetên ji malbata Gulordî, ne tenê weke edîb û alim nas dike, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêkên dînî û civakî jî berê xwe didan û didin cem wan. Di kitêbê de agahiyên li ser Hekariya û Geverê jî hene û li ser jiyana Mela Huseyîn Doskî jî agahî hatine dayîn. Agahiyên li ser jiyana Mela Ehmed û Mela Ebdulmecîd jî di kitêbê de cihê xwe digirin. Nivîskar wekî din tehlîla naverok û awayê wêjeya mewlûda Mela Ehmed û Guldesteya Mela Ebdulmecîd kiriye.

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.