• Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewrûpayê bi çalakiyan ji rêveberiya DYE´yê xwest biryara li dijê sê siyasetvanên pêşeng ên Kurd betal bike û di heman demê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk jî şermezar kirin.

Li gelek bajarên Ewrpûpayê, Kurdistaniyan nerazîbûna xwe ya ji biryara DYE´yê ya li dijî sê siyasetvanên pêşeng ên Kurd nîşan da. Kurdistaniyan name jî ji Joe Biden re nivîsandin da ku biryarê betal bike. Kurdistaniyan êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê jî rûreş kirin. 

Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê Kurdistaniyan û dostên wan li ber avahiya konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) mîtîngek organîze kir. Di çalakiya federasyona Med de, pankarta li ser "Dewleta Tirk gelê kurd qir dike. Emerîka û NATO hevkarên vî sûcî ne" nivîsandî, hilgirt. Bi pankarteke din a ku li ser wêneyên Cemîl Bayik, Murat Karayılan û Duran Kalkan hebû jî Kurdistaniyan peyama, "Ev siyasetvanên birûmet ên miletê Kurd in, wan jiyana xwe fedayî miletê xwe kiriye" da. Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewrûpayê (KCDK-E) Yuksel Koç jî di mîtîngê de hazir bû. Koç li vir peyivî û got, "Ew rûmeta gelê Kurd in. Gelê Kurd li dijî DAIŞ´ê şer kir. Divê neheqî li Kurdan neyê kirin. DYE divê destekê nede şerê qirêj û ji bo aştiyê hewl bide." 

Helwêsta wan cihê şermê ye

Li bajarê Elmanyayê Hamburgê, li taxa herî şên Jungferstiegê Kurdistaniyan çalakiyek bi heman armancê li dar xist. Posterên siyasetvanên pêşeng ên miletê Kurd Murat Karayilan, Duran Kalkan û Cemîl Bayik hatin hilgirtin. Çalakger û nivîskar Anja Flach li vir peyivî, helwêsta bêdengmayînê ya dewletên Ewrûpî beramberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rûreş kir û got, ev helwêst cihê şermê ye. 

Li bajarê Elmanyayê Nurnbergê jî komek Kurdistaniyî biryara DYE´yê ya li dijî sê siyasetvanên Kurd û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin. 

Li ber avahiya şaredariyê ya bajarê Elmanyayê Kasselê jî Kurd û dostên wan civiyan û mîtîngek li dar xistin. Kurdistaniyan êrişên dagirkeriyê rûreşkirin bi axaftinên xwe, bi belavokan û bi pankartên xwe. 

Ji biryara şaş vegerin!

Li bajarê Holandayê Den Haagê jî li ber konsolosxaneya DYE´yê ya li bajêr mîtîngek hat lidarxistin. Kurdistaniyan biryara rêveberiya Emerîkayê ya li dijî pêşengên xwe protesto kir û ji rêveberiya DYE´yê xwest ku tavilê ji vê biryara xwe ya şaş vegere. Di daxuyaniya dema çalakiyê de hat gotin, "Pêşengên Kurd rûmeta milet in. Yên terorîst ew yekdestdariyên desthilatê yên navneteweyî ne yên ku ji bo berjewendiyên çor destekê didin hêzên mêhtinger û faşîst." Di çalakiyê de daxuyaniya KCDK-E´yê ya bi Ingilîzî jî hat xwendin.

Ciwanan çalakî kirin

Li paytexta Fransayê Parîsê, Kurdistanî vê hefteyê jî li ber sefareta DYE´yê bûn. Wan li vir pankarta li ser nivîsandî "Sê rêveberên Kurd ji bo nirxên mirovahiyê têdikoşin" hilgirt. Kurdistaniyan sloganên "Erdoganê qatil", "Ji bo Kurdistanê çareseriya siyasî", "Ji Ocalan re azadî" gotin.

Li banliyoya Parîsê Evryê jî çalakgerên TCŞ ve TêkoJINê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.

Li banliyoya Parîsê Villiers Le Belê jî ciwan bi pêşengiya TCŞ û TêkoJINê civiyan û meşeke bi meşaleyan organîze kir. Ciwanan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin û şehîdên Kurdistanê li ber avahiya Navenda Civaka demikratîk a Kurd bi bîr anîn.

Name ji Biden re şandin

Li Paytexta Danîmarkê, Kopenhagenê jî Kurdistaniyan biryara DYE´yê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin. Kurdistaniyan 458 name ji serokê DYE´yê Joe Biden re şandin û jê xwestin biryara li dijî sê siyasetvanên Kurd betal bike.

NAVENDA NÛÇEYAN