• Li bajarê Abadanê yê li başûr rojavayê Îranê, ji ber hilweşîna avahiyeke 10 qatî ya dihate çêkirin, hejmara mirovên mirin, bû 19. 

Li bajarê Abadanê yê li başûr rojavayê Îranê, ji ber hilweşîna avahiyeke 10 qatî ya dihate çêkirin, hejmara mirovên mirin, bû 19. 

Li eyaleta Xuzistan a Îranê, 23'ê Gulanê li bajarê Abadanê avahiyeke 10 qatî ya ku dihate çêkirin, hilweşiyabû.

Waliyê Abadanê Îhsan Abbaspûr ji ajansa nûçeyan a Îrnayê re axivî û got, "Hejmara kesên di binê xirbeyê avahiyê de mane baş nayê zanîn, lê belê heta niha me 19 cenaze ji binê xirbe derxistin."

Abbaspûr ragihand ku wan 37 kes bi saxî derxistine û birine nexweşxaneyê, pirraniya wan jî baş bûye.

Rayedar diyar kir ku ew ê heta dawiyê, karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam bikin.

TEHRAN