- Kovara wergera helbestê “LEWerger” bi hejmara xwe ya ewil derket.
Kovara wergera helbestê “LEWerger” bi hejmara xwe ya ewil derket. Kovar wê serê çar mehan derbikeve û hewl bide bi hemû zaravayên Kurdî helbestan wergerîne û biweşîne.
Kovara LEWerger ji bo hejmera xwe ya yekem wiha got; “Di LEWê de kedeke yekta ya 41 heb wergêran heye. Hûn ê di vê hejmarê de hema hema 60 tekstên ku bi xwe ji 12 zimanên jêder/resen li Kurmancî, Soranî û Kirmanckî hatine wergerandin bixwînin. Her teksta ku di vê hejmarê de weşiyaye herî kêm li bêjinga edîtorekî û redaktorekî ketiye.”
LEWerger kovara hejmara xwe ya yekem diyariyê Mîr Celadet Bedirxan kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN