Huner ji xwe re kire eşq

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Adar 2021 - 09:21

  • Hunermenda xalîçeyên dîwaran Ruth Miller: Bi hizra min jiyana hunerî navgîna bêqisûr e ji bo pîvana bîrewer a veguherîna şexsî, ew dergehek e ji bo piştrastkirina nasnameyê.

LUQMAN GULDIVÊ

Beriya bi çarsed salan jî neqişandina portre û peysajan li ser berr û xalîçeyên dîwaran tiştekî kêmdîtî bû; li qesr û sereyan melik û mîran hebûn. Îro jî ev neguheriye. Gava mirovek çav li van berheman dikeve, tişta pêşî tê bîra mirovî, ew e ku ji xwe bipirse, ka kesa ew çêkirî, çiqasî, çend rojan, çend mehan li ber daye. Îro roj, mekîne dikarin gelek tiştan çêkin. Heta mekîneyên bi kompûterê dikarin wî karê bi destan hemûyî çêkin. Lê Ruth Miller bawer dike ku bi hunerê xwe ew ji mekanîzebûna zêde, çêtir û bêhtir bi hest û bawerî xwe îfade dike.

Portreya Ruth Miller bi xwe
Portreya Ruth Miller bi xwe

Ji bo xwe ew dibêje, "Di zarokiya min de eşqek bi min re çêbû ji bo huner û karê bi derziyê. Paşê, min her du bi hev ve kirin û dest bi hunerê neqişandina li ser paçî bi ta û derziyê weke alternatîfeke xêzkirin û rengandinê.  Pêre pêre, ez fêr bûm ku portreyên mirovan heyî çêkim." Ev jina ji peravên Mississippiyê ya reşik, wisa xweşik behsa serpêhatiya xwe dike.

Hîna zarok e, elaqeya Ruth Miller ji huner re heye. Dayika wê, vê dibîne û wê teşwîq dike. Bi vî rengî ew li Lîseya Muzîk û Huner dixwîne. Paşê jî diçe Yekîtiya Cooper ji bo Bipêşxistina Zanist û Huner. Lê ew berê xwe dide rêyeke pîşeyî jî tenê ji bo kêfê: Ew karkirina bi çermî û çêkirina pêlav û çenteyan dixwîne. Ew ti carî ji zanîngehekê mezûn nebûye û dibêje, "Zanîn bi xwe xelat dike, teşwîqkera sereke û çavkaniya kêfê ye." Bi tiştikên piçûk dest pê dike: Ji bizr û tovan bi salan guharan çêdike. Wê merşa xwe ya neqişandî ya pêşî, di bîst saliya xwe de çêkiriye. Demeke dirêj jî tenê ji bo kêfa xwe ev kar kiriye.

Gava ew nirxekî hunerî li karê xwe bar dike, ew dibêje, "Bi hizra min jiyana hunerî navgîna bêqisûr e ji bo pîvana bîrewer a veguherîna şexsî, ew dergehek e ji bo piştrastkirina nasnameyê".  Konseptên hunerî geşedana wê ya derûnî rohnî kirine.

Ew bi neqişandina bi ta û derziyê xwe îfade dike

Ruth Miller hin caran li ser paçê ku li ser neqşa xwe dike, deverên vala dihêle ku mirov hîna xêzên wê nas dike. Ew dibêje, ew bi qest wisa dike da ku wan deverên ta û derzî lêneketî bi pirsa "çi nehatiye çêkirin" zindî bibin. Diyar e sedemeke din jî ew e ku berhemên hunerê wê nebin merş yan jî xalîçe: "Ji ber vê hin berhemên min ên neqşê ti carî nabin xalîçeyên dîwaran".

Ew bi bîr dixe ku hin hunermend ji bo dîzaynên xwe kompûterê bi kar tînin, hin jî dîzayna xwe çêdikin lê ji bo hûnandin û karê ta û derziyê jî xelkê kirê dikin. Lê ew hemûyî bi destê xwe dike. Bi ser de jî ew gava portreyan çêdike, tercîh dike ku mezinahiya wan weke di rastiyê de be, yanî portre bi qasî xwediyên xwe mezin bin. Ji bo dîzaynê ew wêneyan bi kar tîne û li gorî wan wêneyan xêzên xwe çêdike û paşê bi ta û derziyê bi milyonan kêlî berhemên xwe diqedîne. 

Di neqşê de bedewî

Ew berê xwe nade tiştên kirêt, dibêje, "min ew ji hunermendên din re hiştine". Ew tercîh dike xweşikiyê xêz bike: "Bedewî girîng e û xurt e: hêza wê ya rakirina ser piyan, biîstîqrarkirin û tamîrkirinê [başkirinê] heye. Ji ber vê, ez hewl didim her xalîçeya dîwaran pirr bedew çêkim." Ew vê dibêje, lê dizane ku bedewî bi tena serê xwe jî kêm e: "Lê belê xweşikayî tenê jî ne bes e."

Rengandin bileztir e çima neqişandin?

Ew jî pê dizane ku rengandin bileztir e. Mirov bi qelemê û bi rengan dikare 3, 4 berheman di mehekê de biqedîne. Heta hinek dikarin 3, 4 berheman di rojekê de biqedînin. Lê bi ya wê "[karê bi boyax û qeleman] Pirr gêre ye." Lê ta û kêl? "Paqij, zuwa û bêdeng in. Ta germ e: hem bi rastî û hem jî mecazî. Ji ber ku em wê nas dikin, ji malê ye, ew hem mirovan rehet dike û hem jî cazib e ji bo wan. Mirov li hemberî wan dest nahilîne, ew mirovan dikişînin nava xwe. Gava mirov beramberî neqşeke dîwaran disekinin, pirraniya wan dixwaze xwe nêzîktirî wan bike".

Wekî din jî, ew lê mikur tê ku kêfa wê gelekî tê, gava ew bi kêlan dineqişîne, sirr û raza li hemberî wê kêl bi kêl li xwe eşkere dike.

Wê portreyeke xwe jî xêz kiriye. Dev û dêmê xwe qismî xêz kirine, tevî çavên xwe yên li pişt camên berçavkê. Lê wê deverên din ên paçê portre li ser, tenê bi xêzên dîzaynê vala hiştiye. Ew dibêje, bi vî rengî ew bi bîra xwe dixe ku neqişandina xalîçeyên dîwaran kêfa wê tîne. 

* Agahî û wêneyên ji bo vê nûçeyê hatin bikaranîn ji malpera hunermendê ya li jêr hatin wergirtin: http://www.ruthmillerembroidery.com

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.