Hêrsa li dijî qirkirinê bû 8 salî

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 4 Tebax 2022 - 22:18

  • Weke li gelek deverên dinyayê, doh li seranserê Elmanyayê jî çalakiyên ji bo bibîranîna qiririna li dijî Êzîdiyan a 3´yê Tebaxa 2014´an hat bibîranîn.

Weke li gelek deverên dinyayê, doh li seranserê Elmanyayê jî çalakiyên ji bo bibîranîna qiririna li dijî Êzîdiyan a 3´yê Tebaxa 2014´an hat bibîranîn. Çalakgeran xwest qirker bên dadgehkirin û cezakirin û statuya Şengalê ya xweser jî bê qebûlkirin.

Dewleta Tirk qirker e

Li bajarê Hambûrgê, Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê û Sîwana Meclîsa Êzîdiyan, mîting û protesto organîze kirin. Nivîskar Anja Flach bal bire ser rola dewleta Tirk a di qirkeriyê de.

Parastin heyatî ye

Li Hannoverê jî fermana 74’an a li Şengalê ûş qurbaniyên wê bi mîting û meşê hatin bibîranîn. Xwepêşanderan qirker rûreş kirin û bang kirin da ku Kurdistan û Şengal bên parastin.

Statuya Şengal nas bikin 

Li Freibûrgê xelk li meydana bi navê, Platz der alten Synagogeyê civiya. Xelkê ji bo qurbaniyên fermanê û hemû şehîdên Tevgera Azadiyê rêz girt. Xwepêşanderan bang li civaka navneteweyî kir da ku hesab ji dewletên ku piştgiriya fermanê kirine, bixwaze. Wan got, “Bila statuya xweser a Şengalê bê naskirin.”

Roja qirkirina jinê ya navneteweyî

Li Kolnê Meclîsa Jinê ya Viyan mîtîngek organîze kir li kêleka katedrala Doma Kolnê. Berdevka Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Kurd a Krefeldê Frîda Breîsacher got, “Divê Komkujiya Şengalê weke roja Qirkirina Êzidiyan û Komkujiya Jinê ya Navneteweyî bê qebûlkirin. Divê statuya Şengalê bê naskirin û xweseriya wê bê qebûlkirin.”

Wekî din li bajarên Mannheim, Darmstadt, Celle, Bremen, Bielefeld, Essen, Berlîn, Saarbrucken Frankfurt, Stuttgart, Kiel û Munchenê jî bi heman mebestê çalakî hatin lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.