• Parêzer Psaltiras: Kirina nezaretê ya siyasetvanên Kurd hema piştî hevdîtina wezîrê karê derve yê Elman bi hevpîşeyê wî yê Tirk re gelo tesaduf e? Ev yeka hanê zelal e; girtinên ji ber 129b´yê hemû jî helwêst û îradeya siyasî ya hikûmeta Elman derdixin holê. Cezakirin jî encama vê ne. 

REWŞAN DENIZ
NAVENDA NÛÇEYAN

Hefteya ku Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk Çavuşoglu li Berlînê mêvan bû, dewleta Elman êriş bir ser sazî û siyasetvanan Kurd. Parêzerên çalakgerên Kurd ên kirin nezaretê, ji me re peyivîn. Wan got, bi kirina nezaretê ya Kurdan, Elmanyayê helwêsta xwe ya siyasî nîşan daye.

Piştî hevdîtinên di navbera Berlîn û Enqerê de 7´ê Gulanê, polêsê Elman bi ser avahiya Mala Gel a Medya ya li Nurnbergê de girt. Polês derî û pencere şikandin û tiştên li komeleyê serûbinîhev kirin. Polês tiştên buroyê û telefonên destan ên komeleyê desteser kirin û di heman demê de jî bi ser mala Makbule Kartal de girt. Li vir jî tişt serûbinîhev hatin kirin, kompûter, telefonên destan, kamerayên dîjîtal û pereyên ji bo mexdûrên koronayê berhevkirî hatin desteserkirin. Mêvanê malê Mîrza Bilen jî kirin nezaretê.

11´ê Gulanê jî li Heilbronn û Esslingenê polêsê Elman avêt ser malan û siyasetvanê Kurd Abdullah Ocalan û hunermend Mazlûm Dora kir nezaretê. Parêzerên Ocalan û Dora behsa vê zilma dewleta Elman kir ji me re.

Danîna awazan jî kirin sûc

Parêzerê Mazlûm Dora, Christos Psaltiras bi bîr xist ku ji sala 2010´an ve, yanî piştî ku bi fermana wezareta dadê ya Elman PKK kete ber qanûna 129b´yê, lêpirsînên li dijî Kurdan êdî bi awayekî kêfî li pey hev hatine destpêkirin. Psaltiras dibêje, "Bi destûra lêpirsînê hikûmeta Elman helwêsta xwe ya siyasî diyar kir. Lêpirsîneke bi vî rengî ji ecêban e."
Christos Psaltiras dibêje, di çarçoveya lêpirsînê de lidarxistina çalakiyan, danîna awazan ji bo Rojava jî di îdîanameyê de weke sûc cihê xwe digirin. Psaltiras wiha dewam dike: "Ev kirina nezaretê ya siyasetvanên Kurd a vê dawiyê, hema piştî hevdîtina wezîrê karê derve yê Elman bi hevpîşeyê wî yê Tirk re çêbûn. Gelo ev tesaduf e? Em tenê dikarin texmînan bikin. Lê ev yeka hanê zelal e; girtinên ji ber 129b´yê hemû jî helwêst û îradeya siyasî ya hikûmeta Elman derdixin holê. Cezakirin jî encama vê ne." 

Parêzer Christos Psaltiras dawiyê got, siheta Mazlûm Dora ne zêde baş e û ji bo muayene û dermankirinê tişta pêwîst ew ê bike.

Şirîkatiya Tirk û Elmanan 

Parêzerê Abdullah Ocalan, Stephan Kuhn jî got, xala qanûna ceza ya 129b, çalakiyên qanûnî weke neqanûnî nîşan dide û wiha peyivî: "Di nava rayedarên Tirk û Elman de xizmeteke şêwrê heye. Ev kirina nezaretê ya Kurdan a vê dawiyê biryareke siyasî ye, û ew encama vê şirîkatiyê ye."

Serê hevdîtinê girtinek

KON-MED´ê ji ber girtinan û kirina nezaretê ya siyasetvan û çalakgerên Kurd daxuyaniyek da û nerazîbûna xwe ji siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan a Elmanyayê nîşan da. KON-MED´ê rexne li siyaseta astengkirina saziyên Kurdan a dewleta Elman girtin û got, "Her cara ku heyeteke Tirk diçe serdana Elmanyayê, bi awayekî kêfî dewleta Elman êrişî saziyên Kurdan dike. Weke ku dewleta Elman daxwazên dewleta Tirk a faşîst nû bike; her du alî dilsoziya xwe ya ji hev re nîşan didin." KON-MED´ê got, miletê Kurd wê ti carî siyasetên krîmînalîzekirinê qebûl neke û bang li hikûmeta Elman kir da ku dawiyê bîne li siyasetên xwe yên zextker û derker. Federasyona komeleyên kurd FCK-BW-Bayernê jî bi daxuyaniyekê got, "Em kirina nezaretê ya Kurdan şermezar dikin û em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin."