Kitêbxaneyên Ocalan digerin, fikrên wî li ser kartên posteyê li xelkê tên belav kirin û ji NY'yê bi nameyan tê xwestin ji bo azadiya Ocalan hewl bide. Rengê îsal ê protestokirina bêbextiya navneteweyî ev e.
Ji ber pandemiyê îsal çalakiyên girseyî yên li dijî bêbextiya navneteweyî bi tevdîran bi rê ve diçin. Ji ber wê jî bi rêbazên weke gerandina kitêbxaneyên seyar ên Ocalan û belavkirina kartên posteyê yên li ser wan fikrên Ocalan hene, Kurdistanî doza azadiya Ocalan dikin.
Li paytexta Elmanyayê Berlînê li bajarên wê Stuttgart û Kasselê, li bajarên Fransayê Bordeaux û Marsîlyayê, li paytexta Belçîkayê Brukselê û li bajarê Swîsreyê Cenevreyê doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin. Di çalakiyan de bêbextiya navneteweyî hat rûreşkirin û peyamên piştgiriya grevên birçîbûnê yên di hepsên dewleta Tirk de hat dayîn.
Li meydanên bajaran fikrên Ocalan
Kitêbxaneyên seyar ên ku tê de kitêbên Ocalan hene, li bajarên Elmanyayê digerin. Yekê ji van kitêbxaneyan doh rêwîtiya xwe ji bajarê Stuttgartê da destpêkirin. Li ser wesaîtê, Kitêbxaneya Ocalan dinivîse û tê de kitêbên Ocalan ên bi Elmanî, Ingilîzî, Tirkî û Kurdî hene. Kitêbxane li bajaran digere û li navendên wan ên diyar disekine ji bo ku hem kitêban bide xwendin û hem jî biroşuran li xelkê belav bike. Mahmut Unver yek ji Kurdistaniyên beşdarî çalakiyan dibe. Ew dibêje, "Em ê kitêbên Rêber Ocalan ên ku fikrên wî yên dikarin rêbertiyê li dinyayê bikin di wan de hene, bigihînin her kesî."
Piştî Stuttgartê doh otobus çû meydana Markplatz a Karlsruheyê. Wesaît wê gera xwe, şemiya bê (sibe) li Freiburgê bi dawî bike.
Bi gulan li dijî tecrîdê
Li paytexta Elmanyayê Berlînê, çalakiyên ciwanên Kurd ên ji bo azadiya Abdullah Ocalan dewam dikin. Li Leopoldplatzê, çalakgerên TêkoJIN û JXK'ê, kartên postê û gul li xelkê belav kirin. Li ser van kartên postê gotinên Ocalanî û nirxandinên wî yên li ser tecrîdkirinê hebûn.
Li bajarê Elmanyayê Kasselê jî li meydana Konigplatzê sêşema bihurî çalakiya konvedanê dest pê kiribû. Çalakî îro di roja 4'an de dewam dike. Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiyê dibin. Kon ji saet 13'an heta 16'an vekirî ye û xelkê agahdar dike li ser tecrîdkirina Ocalan. Çalakî wê heta 11 Sibatê dewam bike û heman rojê bi mîtîngekê bi dawî bibe.
Pêşengên çalakiyan ciwan in
Li bajarê Fransayê Bordeauxê, li meydana Grand Théâtre, çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) mîtîngek li dar xist. Çalakgeran nexasim sloganên “Erdoganê Dîktator”, “Assassin Erdogan (Erdoganê Qatil)”, “A bas le régime fasciste en Turquie (Bimre rejîma faşîst a li Tirkî)”, “Bijî Serok Apo” û “Bi Hev Re Serhildan” gotin.
Çalakgerên TCŞ'ê li bajarê Fransayê Marsîlyayê jî bi şîara “Bi Hev Re Serhildan” li parka Long Champê çalakî li dar xist. Ciwanan bi pankartên bi Fransî, doza azadiya Ocalan kir. Ji bo bala xelkê bikişînin ser çalakiya xwe, ciwanan dûyên rengîn jî li meydana çalakiyê derxistin.
Ji bo azadiya Ocalan hewl bide
Li paytexta Belçîkayê Brukselê, Kurdistaniyan, di çaroveya pêngava "Êdî dem hatiye" de doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir. Wan ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re name şandin û ji NY'yê xwestin ji bo azadiya Ocalan hewl bide.
Li ber Ofîsa NY'yê ya li bajarê Swîsreyê Cenevreyê jî çalakiya Meclîsa Kurdên Zurichê kete hefteya xwe ya diduyan. Ev çalakî wê heta 13'ê Sibatê dewam bike. 13'ê Sibatê wê li ber avahiya NY'yê mîtîngek bê lidarxistin.
Li gelek bajarên Swîsreyê meş
Rêxistinên ciwanan ên Swîsreyî li Cenevreyê li dijî tecrîdê û ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li hepsên dewleta Tirk, li ser dîwarên li ber rêya trênê "Ji bo piştgiriya bi miletê Kurd re em li vir in" nivîsîn.
Li Swîsreyê wekî din 6'ê Sibatê (sibe) li bajarê Luzernê li Allmendmesse saet 14.30’î, 10'ê Sibatê li Baselê û 11'ê Sibatê li Solothournê bi meşan bêbextiya navneteweyî wê bê protestokirin. Kitêbxaneya Azadiyê ku tê de kitêbên Ocalan hene jî li bajarên Swîsreyê digere.
NAVENDA NÛÇEYAN