HPG’ê bi daxuyaniyeke ragihand ku di çalakiyên çend rojên dawî de 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin, 5 jî birîndar bûne. Her wiha HPG’ê da zanîn ku şervanê wan Bager Başkale şehîd bûye. 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye: "26'ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 4 caran bi bombeyên qedexekirî, 5 caran bi çekên kîmyewî bombe kir. Ji çekên kîmyewî yên li ser çeperên şer ên Girê Şehîd Pîrdogan hatin bi kar anîn, destpêkê dûyê reş ê bi jehr jê bilind bû, piştre bêhna barûtê ya şewitî û klorê jê hat. Di heman demê de Qadên Berxwedanê 3 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Hêzên me li hemberî êrîşan bi wêrekiya bilind û ruhê fedaî yê Apoyî berxwedanê dewam dikin û derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyên hêzên me de 13 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker birîndar bûn. Di heman demê de çeperek, 2 sîstemên kamera yên mobesse û çekeke AT-4 hatin îmhakirin.’’

 

Li ser Bager Başkale 

HPG’ê li ser şehîdbûna Bager Başkale (Battal Ayhan) jî ev agahî dan: ’’1’ê Cotmeha 2022'an li herêma Metînayê, di çalakiyên dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk de, hevrêyê me Bager Başkale di şer û êrîşên hewayî de heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û şehîd bû. Hevrêyê me Bager ku demeke dirêj li herêma Metînayê ma, di berxwedana dijî dagirkeran de fermandarî ji tîmên gerîla yên bi tevger re kir û bû yek ji milîtanên pêşeng ên berxwedana li vê qadê. Hevrêyê me Bager bi baweriya ji taktîk û rêbazên gerîla yên profesyonel ên dema bû kete bin barê pêvajoyê û bû yek ji fermandarên ciwan ên dema nû, gelek çalakî plan kir û pêşengî jê re kir. Hevrêyê me Bager bi pratîka xwe ya serketî ya di şerê tîm ê bi tevger de bawerî û hêz da hevrêyên xwe hemûyan.

Rêheval Bager ê ji Elbakê sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bû. Rêhevalê me Bager ê ku li qada Wanê 3 salan gerîlatî kir. Piştî birîndar bû derbasî qada perwerdeyê bû. Paşê hevalê me Bager ku demeke dirêj li herêma Metîna ma û di berxwedana bi bandor a li dijî êrîşên dagirkeriyê de rolekî pêşeng lîst, bû yek ji fermandarên serkeftî yên şêwaza tîmên gerok û ji bo belavkirina wê kedeke mezin da. Rêhevalê me Bager ku di jiyanê de bi rêhevalên xwe re bû yek, bi kesayeta xwe ya kedkar û xwerû karîbû hezkirin û hurmeta hemû rêhevalên xwe bi dest bixe. Rêhevalê me Bager ê ku gelek çalakî bi rêxistin kir, di çalakiyan de cih girt û pêşengtî kir, di lêdana derbên giran li dagirkeran de roleke bi bandor lîst.’’

ANF/BEHDÎNAN