Êrişek e li dij Şengalê  

Şemî 2 Nîsan 2022 - 03:23

  • Li her du aliyên sînor yanî li Şengalê û li Rojava jî Êzîdî dîwarlêkirinê weke hewldana jihevqutkirina Êzîdiyan û dorgirtina li Şengalê dimînin. Ew dixwazin tavilê sînorê bi Rojava re bê vekirin. 

Hevserokê Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê, Silêman Hemo ji bo lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de got, beşek ji komployên li dijî civaka Êzîdî ye û armanca wê ew e ku Kurdistanê û nexasim du herêmên xweser ji hev parçe bike. Xelkê Şengalê jî dibêje, lêkirina dîwar ji bo birina serî ya fermana li dijî Êzîdiyan e. 

Nerazîbûna ji lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dewam dikin. Hevserokê Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê Silêman Hemo got, "Lêkirina dîwar ji aliyê hikûmeta Iraqê ve yek ji fermanên dewleta Tirk e, ku ev demeke dirêj e dijminatiya Êzîdiyan dike."            

Hemo bal bire ser rizgarkirina Şengalê ji aliyê ciwanên Êzîdî ve û bidestxistina destketiyan û got, "Ev jî bi saya ragihandina Rêveberiya Xweser a Şengalê hate misogerkirin, ku li ser bingehê birêxistinkirina civaka Êzîdî hate avakirin, da ku mafên xwe li Iraq û Başûrê Kurdistanê bi dest bixin û li qadên navneteweyî cihên xwe bigirin."

Silêman Hemo îşaret bi hevkariya MÎT'a Tirk û hikûmeta Iraqê kir û got, dixwazin her du herêman ji hev qut bikin û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin.

Silêman Hemo bal bire ser xetera qutkirina Şengalê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dûrxistina Êzîdiyan ji hev du û wiha dewam kir: "Lêkirina dîwar me jî dike armanc, ew ê rasterast me û Şengalê ji hev qut bike û rêxistina Êzîdiyan dike armanc. Em hewcedarî Şengalê ne û ew jî hewcedarî me ye, pîlanên lêkirina dîwar wê me ji hev qut neke."

Armanc tinekirina Êzîdiyan e

Xelkê Şengalê ji lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de gelekî nerazî ye.

Nafiya Hecî hewildanên dîwarkirina sînor wek amadekariyên fermaneke nû li ser civaka Êzîdî şirove dike û dibêje, “Ev jî fermanek e. Vê carê hewl didin bi dîwar, sînorê navbera me û Rojava bigirin da ku fermaneke din bînin serê me û em nikaribin xwe rizgar bikin û sax bifilitin. Dixwazin Êzîdayetiyê ji holê rakin.”

Ji Xanesorê Şêx Celal jî dibêje, avakirina dîwar xetereke mezin e bo siberoja Şengalê: “Dema em vê siyaseta wan dibînin demên beriya 2014’an tên bîra mirov. Wê demê jî hatin satr çêkirin, gotin em ê we biparêzin, bo wê em vana çêdikin. Ferman û xiyanet kirin û tinê deriyek revê ji me re hiştin. Îro li Şengalê Sîstema Rêveberiya Xweser, asayîş, YBŞ-YJŞ hatiye avakirin. Îradeyeke vî miletî çêbuye. Îro dixwazin cardin civaka Şengalê tengav bikin, dorpêç bikin.”

Dor li Şengalê digirin

Şemê Xanesor jî dibêje, “Em rê nadin wan ku Şengalê tine bikin. Pêdiviyên me bo çûyina bal doktoran çêdibe. Gelek jî pêwîst e biçin herêma Kurdistanê û werin. Rêya herêma Kurdistan jî girtibûn, piştre vekirin. Bila rêya Rojava jî ji me re vekin. Em nexweşên xwe bibin Rojava û derman bikin. Heger şagirtên Serok Apo bi hawara me ve nehatibana em ê jî ketîbana destên DAIŞ´ê. Banga min bila milet rabe ser xwe û van sînoran bila vekin.”

Hecî Kulî jî derheqê mijarê de dibêje, “Wê rêyê em ji fermanê rizgar kirîbûn. Em dema fermanê bi wê rêyê xilas bûn. Em niha diçin Mûsilê û seytere me vedigerîne. Wiha zehmet bûye li me. Me divê tifaq çêbe navbera me de. Em dixwazin ew derî neyê girtin û em bikarin biçin gel hevdû û bên.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.