Êriş li dijî jinan e

Şemî 8 Cotmeh 2022 - 01:44

  • Hevrê û hevala şehîd Nagîhan Akarselê, Necîbe Qeredaxî li konê sersaxiyê yê li Silêmaniyê got, êriş ne tenê li dijî Nagîhan Akarselê tenê bû, êriş li dijî jinan hemûyan e û ew ê xeyalên Nagîhanê bi cih bînin.

Cenazeyê şehîd Nagîhan Akarsel, îro wê bi pêşengiya Jinên Başûrê Kurdistanê, ji hola Ecê Xanim a Silêmaniyê ber bi Bakurê Kurdistanê ve were oxirkirin. Ji bo tevlîbûna merasîmê bang hate kirin. Ji bo Nagîhan Akarsel li devera ku lê hat şehîdkirin jî kon hat vedan û sersaxî tên qebûlkirin.

Ji bo tevlîbûna merasîma oxirkirina cenazeyê Nagîhan Akarsel a li hola Ecê Xanim a bi pêşengtiya Pêşengên Jinên Başûrê Kurdistanê, bang hat kirin.

Îro saet 13:00’an merasîma oxirkirina cenazeyê Nagîhan Akarsel li taxa Aştî ya parêzgeha Silêmaniyê li hola Ecê Xanim tê lidarxistin.

Cenaze ber bi Hewlêrê ve tê oxirkirin, tê payîn ku roja 9’ê Cotmehê piştî kar û barên qanûnî, cenaze ji Hewlêrê ber bi paytexta Tirkiyeyê Enqereyê ve were şandin û piştre ji bo cihê ku lê ji dayîk bûyî ve were veguheztin.
Bang li tevahî welatiyan hat kirin da ku ji bo rêzgirtina xebatên Şehîd Nagîhan û şehîdên azadiyê hemûyan tevlî merasîmê bibin.

Sersaxî hatin qebûlkirin

Li Silêmaniyê ji bo endama Akademiya Jineolojiyê û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li cihê lê şehîd bûye jî konê sersaxiyê hat danîn.
Gelek nûnerên saziyên jinan, kesayetan û xelkê bajêr berê xwe da kon, sersaxî dan malbatê û hevalên wê. Li kon wêneyên Nagîhan Akarsel hatin hildan û li ber wêneyên wê gul hatin danîn.

Endama mekteba siyasî ya YNK´ê Şehnaz îbrahîm Ehmed, nivîskar Elî Kerîmî, Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên, gelek  kesayet û nûnerên saziyên jinan û rêxistinan amade bûn.

Em ê xeyalên wê bi cih bînin

Di merasîmê hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên axivî û bal bire ser qetilkirina jinên Kurd û got, divê tola jinên tên qetilkirin bê hilgirtin. Piştre hevrê û endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî jî got, li Başûr cînayetên siyasî zêde bûne: “Êriş ne tenê li dijî hevala me Nagîhan Akarsel tenê bû, êriş li dijî jinan hemûyan e.” Necîbe Qeredaxî anî ziman ku divê hikûmet û desthilat bi erka xwe rabin, pêşiya cînayetên wiha bigirin. Wê di dawiyê de got, “Em ê xeyalên Nagîhanê bi cih bînin.”

Serdanên ji bo konê sersaxiyê didomin, tê payîn heya êvarî konê sersaxiyê bidome.

Nagîhan Akarsel yanî Heval Zîlan, jineke lêkoler, arşîvvan û rojnamevan bû. Ew sala 1976’an li gundê Xêlîkan ê ser bi bajaroka Gulyazî yê ser bi bajarê Konyayê hatiye dinê. Tevayiya jiyana xwe bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ji bo têkoşîn û xebata jinê veqetand. Roja 4’yê Cotmeha 2022’yan di encama êrişa çekdarî ya MÎT’a Tirk de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzî mala xwe hat şehîdkirin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.