- Tevgera Jinên Kurd a Demokratîk a Fransayê (TJK-F) dawiya hefteyê tevî komun û meclîsên jinan li Fransayê çalakî li dar xistin.
SELMA AKKAYA / PARÎS
Tevgera Jinên Kurd a Demokratîk a Fransayê (TJK-F) dawiya hefteyê tevî komun û meclîsên jinan li Fransayê çalakî li dar xistin. Li bajarên Fransayê Parîs, Toulouse, Strasbourg, Rennes û Bordeauxê jinan got, “PKK partiyeke jinan e, Kurdistanê biparêze”. Di çalakiyan de nexasim jî hat gotin, êrişên dewleta Tirk di heman demê de binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye jî.
Li Rennes, Bordeauxê jin daketin meydanan. Li paytext Parîsê bi xwe, jin li ber Parlamena Neteweyî ya Fransayê civiyan û wiha bang lê kirin:
“Doh we ji ber ku li dijî DAIŞ´ê şer dikirin, ji wan re li çepikan dida, niha dîktatoriya Erdogan welatê wan tê dagirkirin. Bêdengmayîna beramberî vê hevpariya vî sûc û gunehî ye. Gerîla jiyana me ne. Nebin şirîk û hevparên qirkirinê.”
Jinan dovîzên li ser nivîsandî “li dijî dagirkeriyê berxwedan” hilgirtin bang kirin da ku xwedî li gerîla bê derketin. Wan yekser bang li parlamenterên Fransî jî kir: “Ewên ku ji ber ku şerê DAIŞ´ê dikirin, we doh ji wan re li çepikan dida, îro wan biparêzin.” Jinan got, “PKK partiyeke jinan e! Kurdistanê biparêze” û wiha jî bûn dengê berxwedanê.
Gerîla rûmeta me ne
Li bajarê Fransayê Strasbourgê, li ser banga Înîsiyatîfa Jinan a Zînê, li hemberî Gara Navendî ya Strasbourgê mîtîngek bi slogana “Gerîla rûmeta me ne” hat organîzekirin. Di mîtîngê de pankartên li ser wan nivîsandî “Kurdistanê biparêze”, “Gerîla rûmeta me ne”, “Bila dagirker û hevkarên wan bimirin” hatin hilgirtin. Xelkê gelk caran jî sloganên “Erdoganê qatil, Erdoganê terorîst”, “Em hemû PKK´yî ne”, “Bimire xiyanet”,
“Jin, Jiyan, Azadî” û “Azadî ji Abdullah Ocalan re” hatin gotin.
Li banliyoya Parîsê Grignyê jî jinên Kurd ji avahiya NCDK´ê heta bi gara Trênê meşiyan. Wan jî sereqet slogana “gerîla rûmeta me ne” got.
Li bajarê Bordeauxê jî li meydana Stalingradê jinan balê bire ser wê yekê ku dewleta Tirk êrişên xwe bi çekên kîmyewî dike.
Li Rennesê jinan li Meydana Requblique bang li rayedarên Fransî kir da ku nebin hevparê şer û dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Kurdistanê.
Li Toulousê jinan hem dagirkerî rûreş kir û hem jî li Campine de Mouton noir la Bourdette, îmze li dijî qedexekirina PKK´ê berhev kirin.