Em xwediyê Şengalê ne

Duşem 30 Mijdar 2020 - 16:30

  • MXDŞ: Em weke xelkê Şengalê, bi israr in di daxwazên xwe de û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê gavekê jî bi paş ve neavêjin û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Em naxwazin şer bikin, me hertim hewl daye em bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.

Meclîsa Xweseriya demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser rewşa herêmê û geşedanên dawî bi awayekî awarte civiya. Pîştî civînê daxuyaniyek hate belavkirin û bang li xelkê Şengalê hate kirin da ku sibe li ber navenedên Asayîşê kom bibin.

Meclîsa Xweseriya demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser rewşa herêmê û geşedanên dawî bi awayekî awarte civiya. Civîn li avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê bi beşdariya nûnerên hemû saziyên rêveberiya xweser, nûnerên YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê dest pê kir.

Iraq deyndarê me ye

Piştî civînê MXDŞ’ê bang li civaka Êzîdî kir da ku sibe li dijî pîlanên Iraqê li ber Navendên Asayîşê yên li Şengal, Sinûn û Xanesorê kom bibin.

Cîgirê hevserokê MXDŞ’ê Heso Îbrahîm daxuyanî xwend, bang li civaka Êzîdî kir: "Em ti biriyara li dijî îradeya xwe qebûl nakin. Kî li ku biryaran bide bila bide, îro yê li ser erdê em in û em xwediyê şehîdan in. Iraq deyndarê me ye, em naçin û ti daxwazê ji wan nakin. Divê ew werin, bi me re rûnin û bibêjin, hûn çi dixwazin. Ev 6 sal çûn û me kedek mezin daye, îro dixwazin me bê îrade bikin.

Em ê li ber xwe bidin

Em weke xelkê Şengalê, bi israr in di daxwazên xwe de û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Iraq îradeya me nas nake, mafê wan nîne dest bavêjin hêzên me yên parastinê û nexasim jî asayîşa Êzîdxanê. Em ê gavekê jî bi paş ve neavêjin û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Em naxwazin şer bikin, me hertim hewl daye em bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin û îradeya me were naskirin. Heger em bigihin asta şer, em hemû Asayîş in."

Destekê bidin zarokên xwe

Di dawiya daxwuyaniyê de MXDŞ´ê bang li xelkê kir da ku destekê bide hêzên Asayîşê û li ber navendên asayîşê îro (01.12.2020) saet 09:00´an bicivin: "Em bang li hemû Civaka Êzidî dikin sibe di saet 09:00’an de li ber Navendên Asayîşê yên li Şengal, Xanesor û Sinûnê kom bibin û destekê bidin zarokên xwe."

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.