- Hecî Kaçan li ser rewşa Mexmûrê û têkildarî axaftina Waliyê Dihokê ya gotibû ‘Tirkiyê ji Iraqê xwestiye ku kiryarên li ser Şengalê, li ser Mexmûrê jî were pêk anîn’ axivî û got: Dewleta Tirk û PDK her tim dixwazin Mexmûr hewcedarî wan bibe.
ARMANC HEREKOL
MEXMÛR
Hevserokê Meclîsa gel ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Hecî Kaçan li ser rewşa Wargeha Mexmûrê û têkildarî axaftina Waliyê Dihokê Elî Teter ya ku li ser kanala televîzyona K24’ê gotibû ku ‘Tirkiyê ji Iraqê xwestiye ku kiryarên li ser Şengalê, li ser Mexmûrê jî were pêk anîn’ bersiv da pirsên me.
NY ketiye bin bandora dewleta Tirk
Li ser pirsa me ya der barê têkiliyên Mexmûrê li gel UNHCR’ê û Hikumeta Iraqê Hecî Kaçan got; “Di sala 1994’an de bi çalakiya greva birçîbûnê ji NY mafê penabertiya siyasî hatiye girtin. Ev 26 sale em di bin banê NY de ne. Lê van salên dawî bi gefên dewleta Tirk û raporên dûrî rastiya Mexmûrê ku ji bo NY hatine şandin. NY jî li gorî wan raporên dûrî rastiyê nêzî Mexmûrî dibe. Ji sala 2014’an ve heta niha ti alikariya NY ji bo gelê Mexmûrê çênebûye. Ev nêzîkatiya NY ya li beramberê xelkê Mexmûr cihê dilgiraniyê ye. NY û Iraq fermiyeta me nas dikin û dizanin ku em penaberên siyasî ne. Li gor vê yekê jî pêwîste NY û Iraq li gorî mafên me yên rewa tevbigere û li gor fermiyetê kiryarên xwe yên beramberê me pêk bînin.
Em serî li ber kesî natewînin
Hecî Kaçan qala bandora dorpêça PDKʼê ya li ser Mexmûrê kir û nexasim qala bandora wê ya li ser aborî, perwerde û ewlehiyê kir û got: “Ev zêdetirî salekê ye rêgiriyek ji aliyê PDK’ê ve li ser me tê meşandin. Çawa ku Neteweyên Yekbûyî (NY) bi hincetên vala û dûrî rastiya wargehê nêzî me dibin, ev rêgirî jî bi heman hincetên dûrê rastiyê li ser me hatiye pêkanîn û bê bingeh e. Ev bêwijdantî ye. Ev rêgirî bi daxwaza Tirkiyê hatiye destpêkirin û heta ku biryar ji Tirkiyê neyê ev rêgirî bi dawî nabe. Di aliyê aborî, perwerde, tendûristî û ewlehiyê de em pir ketin tengasiyê. Karkerên me ji kar avêtin, xwendevanên me yên ku neçarin li Hewlêr bixwînin ji bo wan astengî derxistin. Herî zêde di aliyê tenduristî de me zehmetî kişandin, nexweşên me yên du canî û yên kronîk derdiketin, lê PDK’ê rê neda ku em bibin nexweşxaneyê. Ji ber rêgiriya PDK’ê 6 pitikan jiyana xwe ji dest dan. Lê wek xelkê Mexmûrê em ti carî serî li ber dagirker û êrîşkaran natewînin. PDK’ê xwest ku bi rêgiriyê îradeya me dîl bigire, lê wek xelkê Mexmûrê me li ber xwe da û me armanca wan pûç kir.”
Iraqê hê pratîk tiştek nekiriye
Me bi bîr xist ku waliyê Dihokê di kanala televîzyona K24’ê de gotibû ‘Dewleta Tirk ji Iraqê xwestiye ku kiryarên niha li ser Şengalê tên kirin, li ser Mexmûrê jî were pêk anîn.’ û me pirsî gelo heta niha di vî warî de tiştekî berbiçav û xuya dîtine? Û di rewşeke welê de wê helwesta wan çawa be? Kaçan li ser vê careke din helwesta xelkê Mexmûrê ya berxwedêr destnîşan kir û got: “Jixwe ev salek zêdetire rêgiriyek heye. Hertim dewleta Tirk û PDK’ê xwestiye ku xelkê Mexmûrê hewceyî wan bibe, lê belê vî gelî ti caran dev ji têkoşînê bernedaye û serî li ber dijmin netewandiye. Ev daxwaza ku peymaneke wek Şengalê li ser Mexmûrê were kirin, daxwaza PDK û dewleta Tirk e. Lê belê heta niha Iraqê di vî alî de ti kiryar pêk neaniye. Ev kiryarên niha li ser Şengalê tên kirin îrade nenaskirin û bêrêzî ye. Bi rêgirî nekarîn îradeya me dîl bigirin, niha jî bi planên qirêj dixwazin pêk bînin. Di serî de pêwîst e, Iraq vê bizane ku hatina DAÎŞ’ê ya li Iraqê bi destê dewleta Tirk pêk hatiye. Em ê weke xelkê Mexmûrê bi her awayî mafên xwe yên rewa biparêzin û em ê nêzikatiyek bi vî rengî qebûl nekin.”