Li paytexta Elmanyayê Berlînê JXK'ê di çarçoveya kampanya "Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e" standeke agahdarkirinê bi navê "Em Rêbertî dixwînin" danî.
Li Berlînê li Leopoldplatzê Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) di çarçoveya kampanya "Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e" standa agahdarkirinê ya bi navê "Em Rêbertî dixwînin" danîn.
Li standê, versiyona Elmanî ya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, axaftin û nivîsên Abdullah Ocalan hatin nasandin.
Jin ên ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo belavok belav kirin û ji bo ji Neteweyên Yekbûyî re bişînin îmze kom kirin.
BERLÎN