'Em jî şer dikin'

Sêşem 8 Hezîran 2021 - 03:53

  • Rehef Zilfo; "Li Rojava cara pêşî ye jin li meyê dixin. Ez ne tenê li meyê dixim, li dijî hişmendiyekê jî şer dikim. Ez dixwazim feraseta şaş ku di nava civakê de çêbûye, bişikînim."

ZANA DENÎZ
ANHA/QAMIŞLO

 

Tevgera Çand û Huner a Hîlala Zêrîn ku sala 2018’an li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin, gelek komên xwe yên şano û muzîkê hene. Rehef Zilfo ya 18 salî di nava Tevgera Çand û Huner a Hîlala Zêrîn de cihê xwe digire, xebatên muzîk û şanoyê dike.

Rehef Zilfo di 8 saliya xwe de bi dayika xwe re stranên Kurdî ji ber dike. Rehef ji bo ku xwe di warê muzîkê de bi pêş bixe, diçe Navenda Hûrî ya Çand û Huner a Amûdê û tev li koma Şehîd Delîla ya muzîkê dibe. Ev kom koma yekê ya jinan a navendê ye. Piştî bi 6 salan, yanî 2018’an wê li Navenda Çand û Huner a Hîlala Zêrin cihê xwe girt.

Rehef Zilfo meyldariya xwe ya ji bo huner û xebatên xwe yên hunerî yên piştî Şoreşa Rojava nirxandin.

Rehef Zilfo dibêje, xêra dersên li navendê gelekî li wê bûye û wiha dipeyive: "Ez di warê lêdana amûrên cuda de xwe bi pêş dixim û li tembûr, cumbuş, rîtm û meyê dixim. Jinên ciwan, Koma Stêra Zêrîn sala 2018’an ava kir. Wek jinên ciwan em li amûrên xwe didin û awazên xwe di komê de pêşkêş dikin. Li aliyekî em cihê xwe di hilberîna muzîkê de digirin û li aliyê din jî em perwerdeyên xwe didomînin."

Me cih da berxwedana Heftenînê

Rehef Zilfo dibêje, wan wek koma muzîkê ya Stêra Zêrin cihê xwe di gelek mihrîcanan de girtiye û wiha axivî; "Me jî wek Koma Stêra Zêrîn vîdeoya muzîkê ya strana 'Heftenîn, mizgîniya min' a li ser berxwedana Heftenînê belav kir. Ji bilî muzîkê, ez cihê xwe di nava şanoyê de jî digirim. Heta niha min cihê xwe di 2 şanoyên şanoger Sarya Baran de girt. Cara ez di ‘Dizê Baxçe’ û ‘Aştî li ser Baskên Çûkê ye’ de lîst. Di heman demê de di bernameya ‘Hebû Tune Bû’ de jî wek çîrokbêj xizmeta xwe didomînim."

Her ku em hildiberînin westa me jî namîne

Rehef Zilfo ji ber meyldariya xwe ya ji bo huner hem di nava koma muzîkê û hem jî di koma şanoyê de cihê xwe girtiye û dibêje; "Divê xebatên şano û muzîkê ji hev cuda neyên dîtin. Wek mînak ez bijîşk im û ez di nava xebatên huner de bim, ku hinekî westiyayî bim jî dibe, lê şano û muzîk du xebatên ji hev cuda ne, lê nêzî hev in. Her çend xebat bi xwe re westandinê tîne jî, her ku em hildiberînin westa me jî namîne."

Rehef her wiha amadekariya ezmûnên zanîngehê jî dike û li ser vê yekê jî dibêje; "Bi xebata bidsîplîn û metodîk, hûn dikarin wexta xwe baş saz bikin, hûn dikarin li hemberî tengasiyan hemûyan karê xwe bi ser bixin. Ji bo min di vê serdemê de muzîk sereke ye. Li ser vê yekê ez baştir dibim.”

Meyjena pêşî a Rojava

Rehef Zilfo tembûr, cumbuş, rîtm û meyê dijene û dibêje; "Li Rojava cara pêşî ye ku jin li meyê dixin. Ez ne tenê li meyê dixim, li dijî hişmendiyekê jî şer dikim. Ez dixwazim feraseta şaş ku di nava civakê de çêbûye, bişikînim."
Rehef Zilfo, nîşan dide ku di nava civakê de ferasetek heye ku tenê zilam dikarin meyê bijenin lê jin jî meyê pirr serketî dijenin û wiha dewam dike; "Dema min dest bi lêdana meyê kir, her kesî digot jin nikarin vê amûrê lê bidin. Rast e ev amûr bi dîyaframeke xurt tê lêdan. Tu vê amûrê bi hêza di laşê xwe de lê didî, ew hêz û îradeyê dixwaze. Dema min dest bi vê amûrê kir, min pir zehmetî kişandin. Li Rojava gelek kêm kes li înstrumanên nefesê dixin. Keman, gîtar, amûrên rîtmê berbelav in, lê ji bo şikandina van hemû tabûyan ez perwerdeya xwe dewam dikim."

Şoreşê kir ku ez huner nas bikim

Şoreşa Rojava bandoreke mezin li Rehef Zilfo kiriye, û kiriye ku huner nas bike û wiha pê de çû; "Dema ku Şoreşa Rojava pêk hat ez 8 salî bûm. Beriya şoreşê ez ne di nava huner de bûm. Wê demê em di bin zexta rejîma Esed de bûn. Diya min li malê stranên Kurdî hînî min kirin. Ez dixwazim çîrokeke piçûk lê hêja bibêjim. Wê demê mîkrofon tine bû. Diya min dixwest ez xeyala xwe mezintir bikim. Tiştek dida min û dixwest ku ez wek mîkrofonê bi kar bînim. Dayika min her tim li min guhdarî dikir û destek dida min."

Rehef Zilfo destnîşan dike ku beriya Şoreşa Rojava gelê Kurd nediçû navendên çand û huner ên rejîmê û dibêje; "Mirov di bin destê rejîma Esed de li navendên çand û huner hatin asîmîlekirin. Ji we dihat xwestin ku li gorî xwestekên rejîmê tev bigerin. Bi Kurdî strîn, qedexe bû. Qedexe bû ku hûn li gorî çanda xwe kincên herêmî li xwe bikin."

Li dijî polîtîkayên tinekirinê

Endama Stêra Zêrîn Rehef Zilfo diyar dike ku piştî Şoreşa Rojava navendên çand û huner li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine vekirin û ciwan bi awayekî çalak tev li van çalakiyan bûne: "Em çand, huner û zimanê xwe di navendên çand û hunerî de diparêzin. Em li dijî polîtîkayên tinekirina çanda Kurdan şer dikin. Heger em biçûna navendên çandî yên hikûmeta Şamê, em ê ji azadiyên xwe bê par bimana. Bi şoreşa Rojava re gel hemû bi ziman û çandên xwe dijîn. Bo nimûne; gelê Ereb li herêmên xwe bi ziman û çanda xwe hunerê xwe dike, bi zimanê xwe şanoya xwe dike. Di vî warî de ti astengî li ber wan tine ne. Gelê Suryan jî li gorî çanda xwe dixebite. Kurd, Ereb û Suryan li herêmên Rêveberiya Xweser parastina çanda xwe didomînin."

Divê ciwan xwedî li çanda xwe derkevin

Rehef Zilfo bang li dê û bavan dike da ku zarokan bibin navendên çandê da ku çanda xwe zindî bihêlin: "Min hemû hêza xwe ji malbata xwe girt. Dê û bavê min di her tiştî de alîkariya min kirin. Divê zarokên xwe yên dixwazin tev li xebatên çand û hunerê bibin, asteng nekin. Em li vir ne tenê hînî lêxistina amûran dibin, em çanda xwe diparêzin. Em wek gel, çanda xwe ji têkçûnê diparêzin. Divê gelê me li hemberî xebatên çand û huner teng nefikire. Ciwan dema dikevin bin bandora sîstema kapîtalîst pirr zû ji çanda xwe dûr dikevin. Ciwan ji bo ku xeyalên xwe pêk bînin, divê êdî bi şikandina bandora kapîtalîzmê li çanda xwe xwedî derkevin."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.