Îsmet Kaplan ê ku ewil cezayê darvekirinê lê hatibû birin, dûre cezayê wî veguherandin cezayê muebetê û piştre di çarçoveya efûyê de hatibû berdan, diyar kir ku girtî ji bo maf û rûmeta xwe ketine çalakiya greva birçîbûnê û banga xwedî derketina daxwazên girtiyan kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan ji bo bi dawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan, di 27’ê Mijdarê de dan destpêkirin kete roja 41’an. Heta niha di 100 girtîgehan de, nêzî 2500 girtî ketine çalakiya greva birçîbûnê û peyam didin ku heta daxwazên wan neyên pêşwazîkirin dest ji çalakiya xwe bernadin.
Îsmet Kaplan (62) ê ku ji ber hêcetên siyasî di sala 1981’an de hat girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birin û dûre cezayê wî yê darvekirinê veguherandin cezayê muebetê, di sala 1991’an de, di çarçoveya “Efûya Ozal” de hat berdan. Kaplan ê di pêvajoya girtina xwe de gelek caran tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bû, diyar kir ku dewlet kesên dijberê xwe muxalif dibîne, weke dijmin îlan dike.
Kaplan, da zanîn ku bi taybetî kesên şoreşger, sosyalist û welatparêz hedef tên girtin û wiha axivî: “Ji bo ku wan teslîm bigirin, bikin nav pergalê û îxanetê pê bidin kirin, hin awayên îşkenceyê pêk tînin. Di şertên tecrîdê de ji bo girtiyên siyasî polîtîkayên tenê hiştin û teslîmgirtinê pêk tînin. Di wê pêvajoyê de gelek çalakiyên greva birçîbûnê û rojiyên mirinê pêk hatin.
Girtiyên şoreşger pêşengên civakê ne. Hesabên ku civakê bê rêber bihêlin dikin. Difikirin ku bê rêber mayîn wê beşa muxalif qels bibe. Dema beşa muxalif qels bibe jî, wê dîktatoriya faşîst li gorî dilê xwe tevbigere û pergala mêtîngerî û şêlandinê dewam bike.”
MA/MÊRSÎN