Em bi hev re şehîd dibin

Şemî 9 Îlon 2023 - 05:17

  • Ruhenda Agir a di nava refên YPJ´ê de jî tevlî operasyona xurtkirina ewlehiyê li Dêrazorê dibe. Ew dibêje: Weke jineke Ereb, ez di vê operasyonê de cihê xwe digirim. Hêza me û hestên me li van erdan bûn yek û em bi hev re şehîd dibin. Em ê weke jinên Kurd û Ereb van erdan bi hev re her biparêzin.

ZANA DENIZ / DÊRAZOR


Dijminê Kurdan bi hev re gelek caran kar dikin. Tevî ku neyarên hev in jî bi hev re li dijî Kurdan pîlanan, dekûdolaban digerînin. Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk bi hev re xwestin bi destê hêzên paramîlîter li Dêrazorê şerê Kurd û Ereban çêkin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ev pîlan, bi operasyona xwe ya 27´ê Tebaxê pûç kir. Ev pîlan bi operasyona li dijî DAIŞ´iyên li deverê, şaneyên çeteyên dewleta Tirk û bazirganên madeyên hişbir a bi navê “xurtkirina ewlehiyê” re eşkere bûbû.

Di çarçoveya vê operasyonê de Ehmet El Xebîl (Ebû Xewla) ji wezîfeya xwe hat dûr xistin û hat girtin. Paşê jî hêzên paramîlîter bi desteka hikûmeta Şamê û dewleta Tirk, li gelek deverên Dêrazorê êrişî hêzên QSD´ê kirin. Operasyona hevpar a QSD´ê û Hêzên Ewlehiya Hundir 6´ê Îlonê bi dawî bû. Di operasyonê de ji hêzên milîs ên hikûmeta Şamê Dîfa´ El-Wetanî, ji endamên rêxistinên sûc gelek hatin kuştin û bêhtirî 50 sûcdarî hatin girtin. Halê hazir 95 ji sedê Dêrazorê û rojhilatê Firatê ji çeteyan hat paqijkirin. 

 

Dewleta Tirk êriş zêde kirin

Dewleta Tirk û hikûmeta Şamê operasyona QSD´ê xwestin bi rêya çapemeniya xwe weke şerê di navbera Kurd û Eraban de nîşan bide. Lê belê xelkê Kurd û Ereb ê deverê bi daxuyaniyên xwe ev pîlana hanê pûç kir. Dewleta Tirk tew, ewqasî xwe da nava vê pîlanê, li deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûrî êrişên xwe zêde kirin. Şervana YPJ´ê Ruhenda Agir a ji eşîra Agedatê di operasyonê de di bereya pêş de cihê xwe girt û li ser operasyonê, êrişan û propagandaya derewan ji me re peyivî.

 

YPJ’ê hêz da min

Ruhenda Agir dibêje, ji ber ku ketiye nava refên YPJ´ê de gelek hêz û taqeta wê çêbûye, û bi wê hêzê şerê çeteyan û rêxistinên sûc dike. Ruhenda dibêje, ew di nava eşîrê de di civakeke li derve asê de mezin bûye û piştî ku Bakur û Rojhilatê Sûrî hatiye azadkirin, weke wê gelek jin xurt û hêzdar bûne.

Ruhenda li Dêrazorê hatiye dinê û li wir mezin jî bûye. Ruhenda Agir dibêje, şerê li dijî çeteya DAIŞ´ê ji bo wê muhim e, û li Dêrazorê êdî jin  û artêşa azadiyê gihiştine hev. Ruhenda Agir weha dipeyive: “Fikr û hizra Rêber Apo hêzeke mezin dide me da ku em şer bikin. Operasyonê bi îradeyeke mezin û bi biryardarî dewam kir. Min jî wekî jineke ji gelên Ereb, di nava operasyonê de cihê xwe girt. Ez yeqîn dikim em ê bi ser kevin.”

 

Li dijê mêjiyê tarî bi hev re ne

Ruhenda Agir dibêje, ji dîrokê ve Kurd û Ereb xwedî peywendiyeke xurt in û hin hêz dixwazin vê yekê xira bikin:“Hêza me û hestên me li van erdan gihiştin hev. Em bi hev re vê operasyonê dikin. Em bi hev re şehîd dibin. Li ser van erdan em bi hev re têdikoşin. Ji bo ku vê yekîtiya me xira bikin, dijminên me dekûdolaban digerînin. Em bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk têkoşîna xwe dimeşînin. Em ê bi van dekûdolaban nexapin. Weke jinên Kurd û Ereb em ê erdên xwe her biparêzin.”

 

Jin ji nû ve bûn xwediyê hêza xwe

“Me berê zêhniyeta tarî ya DAIŞ’ê bi çavên serê xwe dît. Em ji vê zêhniyeta tarî filitîn. Em ti carî destûrê nadin ku careke din li serê me bibe desthilat. Bila her kes li Dêrazorê destê xwe bide hev. Em li dijî dekûdolabên qirêj, erdên xwe ji van endamên çeteyan paqij bikin. Em li dijî zêhniyeta DAIŞ´ê şer bikin û welatê xwe ji şaneyên veşartî paqij bikin.”

Ruhenda Agir herî dawî dibêje, “Bi fikrên Rêber Apo, jin li ser van erdan ji nû ve bûn xwediyê wê hêza xwe ya ji dest dabûn. Hêza jinê îro roj, li dijî wê zêhniyeta tarî û zilmker şer dike. Jin wê van erdan azad bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.