'Divê Misilman li ber faşîzma AKP-MHP'ê rabin'
Sêşem 20 Tîrmeh 2021 - 01:53
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyameke nivîskî weşand û xwest Cejna Qurbanê ya gelên Misilman pîroz be. Bibe wesîleya aştî, aramî, edalet û tenduristiyê; wesîleya xurtkirina dostanî û biratiya nava gelan, mezinkirina parvekirin û piştevaniyê û bihêzkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê.
KCKʼê polîtîkayên mêtinger ên zîhniyeta Îslamê ya desthilatdariya Tirk, li Rojhilata Navîn bûye sedema rijandina xwînê, hilweşîn, xizanî û talanê bi bîr xist û anî ziman ku kesê xwedî mejiyê senteza Tirk Îslamê di îmanê de minafiq e û xwest her kes li dijî rejîma zalim a AKP-MHPʼê têbikoşin û girtina seydayên Kurd jî şermezar kir.
KCK dixwaze di cejnê de Kurdistanî serdana şehîdgehan bikin û dua bikin. KCK dibêje, serdana hevrêyên girtî, piştevaniya bi malbatên wan re yek ji çanda cejnê ye. Em bi girîngî diyar dikin ku xêra xwe bidin kes û saziyên ku bigihînin Kurdistaniyên hewce. Divê kes alîkariya saziyên dewleta Tirk a faşîst nekin.
NAVENDA NÛÇEYAN