• Êzîdiyên herêma Efrînê peymana di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de ya li ser civaka Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Êzîdiyên herêma Efrînê peymana di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de ya li ser civaka Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Bi armanca şermezarkirina peymana di nava hikûmetên Bexda û Hewlêrê de ku îradeya Şengaliyan tine dihesibîne, Yekîtiya Jinên Êzîdî û Yekîtiya Êzîdiyan a Herêma Efrînê helwêsta xwe nîşan dan û ev peyman bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li Kampa Berxwedanê bi beşdariya şêniyên kampa Berxwedanê, Kongreya Star a Herêma Efrînê, Yekîtiya Jinên Êzîdî û Yekîtiya Êzîdiyan, hat dayîn. Di daxuyaniyê de alên Yekîtiya Jinên Êzîdî, Yekîtiya Êzîdiyan, her wiha wêneyên komkujiya Şengalê hatin hildan. Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî a Herêma Efrînê Mediye Cindo daxuyanî xwend.

Wan li qirkirinê temaşe kir

Wê got,  “Ev 73 ferman in ku hatine serê Êzîdiyan. Herî dawî jî bi destê çeteyên DAIŞ’ê qirkirinek li Şengalê bi ser Civaka Êzîdî hat. Di encama vê komkujiyê de bi hezaran mirov hatin kuştin, cihê wan hat wêrankirin û hatin revandin. Jinên ciwan ên Êzîdiyan li bazaran hatin firotin û cîhan bêdeng ma. Ev qirkirin li pêşiya çavê hikûmeta Iraqê û li pêş çavê hikûmeta başûrê Kurdistanê jî hat kirin.  Lê tenê ew mirov di destên çeteyan de hiştin û revîn. Hikûmetên Iraqê û Hewlêrê Civaka Êzîdî firotin û niha jî dixwazin bi pîlanên nû careke din vê civakê qir bikin.
 
Em peymanê qebûl nakin

Em peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de red dikin. Ji niha û şûn de êdî rêveberiya Şengalê dê têkoşîna xwe li hember van pilanan mezin bike. Em biryara ku bê îradeya Êzîdiyan tê dayin, qebûl nakin. Rêveberiya Şengalê wê Şengalê bi rêve bibe.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.

JINHA/ŞEHBA