Dîren, Arjîn û Êriş li Mêrdînê şehîd bûn

Çarşem 14 Îlon 2022 - 21:15

  • Ji fermandarên me yên pêşeng Dîren Bagok, Arjîn Xwînda Gabar û Êriş Şîno, di êrîşa dijmin a 27'ê Tîrmeha 2022’yan de li herêma Bagokê şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser 3 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûndaxuyaniyek da û got, "Qada Mêrdînê ku bi berxwedana xwe ya bi heybet a li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê cihekî giring di hişê gelê me de girt, vê kevneşopiya berxwedanê heta niha jî dewam dike. Ji fermandarên me yên pêşeng Dîren Bagok, Arjîn Xwînda Gabar û Êriş Şîno, di êrîşa dijmin a 27'ê Tîrmeha 2022’yan de li herêma Bagokê şehîd bûn. Em soza xwe dubare dikin ku hêjayî têkoşîna van hevrêyên xwe yên hêja bin û bi vê berpirsyarî û hişmendiyê, têkoşînê bi ser bixînin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Dîren, Arjîn û Êrîş em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Nasnameya şehîdan weke li jêr e:

- Dîren Bagok (Emîne Akdogan) a li navçeya Mêrdînê Nisêbînê ji dayik bûyî, keça Nesriye û Abdûlkadîr, 27'ê Tîrmeha 2022´yan li Mêrdîn şehîd bû.

- Arjîn Xwînda Gabar (Hediye Suer) a li Mêrdînê ji dayik bûye, keça Cemîle û Abdullah, 27'ê Tîrmeha 2022´yan li Mêrdîn şehîd bû.

- Êriş Şîno (Şahab Xanzade) yê li Şino ji dayik bûye, kurê Xanim û Ebûbekir, 27'ê Tîrmeha 2022´yan li Mêrdîn şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.