Yek ji girtiyên nexweş Devrîm Ayik li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H ragirtî ye. Wî bi rêya telefonê ji malbata xwe re behsa şert û mercên tê de kir. 

Di axaftina xwe ya heftane ya bi telefonê de wî got, siheta wî ne baş e û bi sedan girtiyên nexweş ên mîna wî hene.  
Ayik ê di 2’yê Cotmeha 2015’an de, bi îdîayên “endamtiya rêxistinê” û “talana biwesf” hatibû girtin û piştî 3 salan hatibû berdan, cardin di 12’yê Çileyê 2021’an de ji heman dosyayê hat girtin. Nexweşiya rovî (corhn) bi Ayik re heye. Ayik, di 12’ê Nîsanê de, ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F sirgûnî Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H hatibû kirin.
Ayik wiha behsa şert û mercên girtîgehê kiriye: “12 roj in di hucreya yek kesî de têm girtin. Di hucreyê de kufik, qirêj û sîsirk hene. Di hucreyê de cihê bêhnvedanê tineye. Bes di nava rojê de hew nîv saet min derdixin cihekî bêhnvedanê. Hin caran jî tenê dihêlin ez 10 deqeyan di hewadarkirinê de bimînim. Ava germ û televîzyonê nadin me. Ji bo paqijkirina hucreyê amûrên paqijiyê nadin me. Cihê serşoyê tineye. Ji ber nexweşiyê, lîsteya min a diyetê heye. Lê rêveberiya girtîgehê xwarina diyetê nade min. Divê ji ber nexweşiya min derzî li min were dayîn. Lê rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku rapora te ya nexweşiyê tineye derziyênmin li min nadin. Rapora min li Girtîgeha Edîrneyê maye.

Ji pozê min xwîn tê

Serê sibê yek du saetan dikarim razim. Ji ber xwarinên didin min, ez neçar dimînim ku her tim biçim tiwaletê. Ji pozê min xwîn tê. Li vê derê ez bêhnê nadim û nastînim. Min dernaxin revîrê. Ez nikarim ji bo cihekî din sewqa xwe bixwazim. Li vê derê pirsgirêkên hevalên me hene. Bersiva ti daxwaznameyên me nadin. Dema ku ez li Edîrneyê bûm, hewadarkirina qawîşa me bi têlan girtibûn. Dixwestin asîman li me tarî bikin. Bi awayekî keyfî îşkence li hevalên me kirin. Her tim heqaret dikirin. Ji ber vê yekê, nerazîbûnên li girtîgehan tenê têrê nake. Divê li her derî nerazîbûn bên nîşandan.”

MA/AMED