• Serokatiya Parlamena Hewlêrê, Dayikên Aştiyê yên Başûrê Kurdistanê nehewandin û got, ew ti hêza bi navê aştiyê qebûl nake. Parlamena ku dayik kirin der, ev 18 sal in ku xwedî li biryara xwe ya derxistina hêzên Tirk ji axa Başûrê Kurdistanê dernakeve. 

PDK hem dengê xwe li dagirkirina Başûrê Kurdistanê nake, hem gava dewleta Tirk êrişên qirkirinê dibe ser gerîlayên Kurdistanê dor li gerîlayan digire û hem jî hewldanên aştiye navmala Kurdan û yekîtiya neteweyî bi zor û şidetê asteng dike. Endamên şandeya Navneteweyî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê, ji ber wê bang li gelê Kurd kir û got, “Pêwîst e gelê Kurd dewleta Tirk a dagirker ji xaka xwe derxe.” Dayikên Aştiyê yên Başûrê Kurdistanê jî xwestin li Parlamena Hewlêrê li dijî helwêsta PDK´ê ya şerê li aliyê dagirkeran hevdîtinan bikin. Serokatiya Parlamenê bi gotina, "Ew bi komên bi navê aştiyê re" nacive, ew red kirin. Heman parlamenê beriya bi 18 salan biryar dabû ku artêşa Tirk a dagirker ji Başûr derxe. Parlamenê piştî 18 salan nekarî bi dagirkeran, li ser navê hikûmeta ji nav parlamenê, dagirkerî berfereh kir, lê bi ser Dayikên Aştiyê ve hil bû.     

Dewleta Tirk bikin der

Endama şandeya Navnetewî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê, Xezal da zanîn ku li her çar parçeyên Kurdistanê êrişî Kurdan dikin û got, “Ji ber topbarana dijminan, Kurd penaber dibin ev êdî nayê qebûlkirin. Sedema me ya hatina Hewlêrê, aştîxwazî ye. Em şer red dikin, bi taybetî li Şengal, Bakur û Başûrê Kurdistanê şer. Em ê ji bo aştî û azadiyê biçin her derê û ranawestin.”

Endamekî din ê şandeyê, Serdar Dorter jî got, Kurd hemû li her parçeyê Kurdistanê, bi hev re li dijî zilm û dagirkeriya dewleta Tirk radiwestin. Di dewamê de wî got, “Nizanim ji bo çi em Kurd nabin yek, hemû welatên din weke netewe hev digrin. Pêwîst e em nehêlin dagirker bikevin nav welatê me, ji ber ku dagirker ti deman nabin dost. Ev yek di dema referanduma Başûr, Kobanê de hate dîtin, divê em bi hev re li dijî dijmin rawestin.”

Herî dawî Serdar Dorter got, divê gelê Kurd dewleta Tirk ji xaka xwe derxe.

Parlamenê aştî qebûl nekir

Dayîkên Aştiyê yên Başûrê Kurdistanê wekî “Dayikên Laçik Sipî” tên nasîn. Wan xwest derbarê rewşa dawî û hewldanên derxistina şerê Kurd bi Kurd de, bi Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê re hevdîtinê bikin. Lê Serokatiya Parlamenê bersivek ecêb da û got, “Em ti komên bi navê aştiyê qebûl nakin”. Fraksiyonên partiyan jî daxwaza hevdîtinê qebûl nekir.
Dayîkên Aştiyê 12’yê Hezîranê miracaetî Serokatiya Parlamena Herêma Kurdistanê da û daxwaza hevdîtinê kir. Serokatiya Parlamenê jî 14’ê Hezîranê bi rêya sekretera Seroka Parlamenê, bi devkî bersiv da dayîkan. Di bersiva ecêb û balkêş de hat gotin, “Em ti komên bi navê aştiyê qebûl nakin, hevdîtinê pêk nayînin.”

Li ser vê bersivê Dayikên Aştiyê nekarîn biçîn parlamenê. Li ser vê dayikan, çalakiyeke rûniştinê kir.

 

18 sal in xwedî li biryara xwe dernakevin

Parlemena Herêma Kurdistanê sala 2003’an û Hikûmeta Iraqê jî di sala 2017’an de biryar li ser derxistina artêşa Tirk ji nava xaka Herêm û Iraqê da. Lê heta niha binpêkirin û dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûr û Iraqê didome.

Artêşa Tirk a dagirker li ser xaka Herêma Kurdistanê 41 baregehên leşkerî ava kirine. Bi kûrahiya 40 kîlometran xaka Herêma Kurdistan û Iraqê dagir kiriye. Di encama êriş û dagirkeriya Tirk de tenê di nava 5 salên dawî de ji bilî zirara mezin a madî, heta niha 103 welatî şehîd bûne û zêdetirî 148 gund jî vala bûne.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê ve êrişeke berfireh a dagirkeriyê li dijî Avaşîn, Zap û Metînayê daye destpêkirin û didomîne. Lê heta niha ne parlamenê, ne Hikûmeta Herêmê ne jî Hikûmeta Iraqê li dijî dagirkeriya Tirk ti gavek neavêtiye.

12’ê Gulana 2003’yan, Parlamena Herêma Kurdistanê bi biryara hejmar 37 biryar da artêşa Tirk ji nava xaka Herêmê derkeve. Li gorî biryarê, daxwaz ji hêzên artêşa Tirk hatibû kirin ku ji beriya hingê di jêr navê ‘Hêza aştîparêz’ (PMF) de li Başûrê Kurdistanê bi cih bûbû, ji nava xaka Herêma Kurdistanê derkevin.

Piştî 18 salan artêşa Tirk venekişiya, heta hêza xwe ya li nava xaka Herêmê zêdetir dike û dagirkirina xaka Herêmê berfirehtir dike.
Li gorî gotina nûnerê Encûmena Ewlehiya Netewên Yekbûyî, heta niha ne Hikûmeta Herêmê ne jî ya Iraqê giliyê dagirkeriya Tirkiyê li Encûmena Ewlehiyê nekiriye. Vê yekê jî rê li ber qirkirina gelê Kurd, dagirkirin û talankirina xwezaya Kurdistanê vekiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN